DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Qeyûm midûriyeta şano û orkestrayê jî fesh kir

 
30 Îlon
13:22 2016

ÊLIH (DÎHA) - Qeyûmê ku tayînê Şaredariya Êlihê hat kirin Şanoya Bajar a lîstikên kurdî tên pêşandan û Midûriyeta Orkestrayê fesh kir.

Midûriyeta Şanoyê ya Bajar a ku 3 sal in xebatên xwe di bin banê Şaredariya Êlihê de didomîne ji aliyê qeyûm Şevket Ertug Aksoy ve bêyî hincet bê nîşandan hate feshkirin. Midûreyata orkesta û şanoyê ku hat feshkirin û bi Midûriyeta Çandê ve hatin girêdan, tê gotin ku ev lîstik îhtimaleke mezin dê neyên pêşandan.

Midûrê Şanoya Bajar a Şaredariya Êlihê Ahmet Bulent Tekîk li ser hesabê xwe yê twitterê peyama "Şanoya Bajar a Şaredariya Êlihê ku ez midûrê wî me îro hat girtin" parve kir.

Li Şanoya Bajar 8 lîstîkvan û 3 xebatkar hebûn. Şanoya ku di 3 salan de ji 15'an zêdetir lîstik hatin pêşandan piranî ji bo zarokan bû. Li bajar 6 salên dawî jî mîhricana şanoyê dihat lidarxistin. Heka şano nehata girtin di serdema nû de Tartufeya Molier, Şerma Leşkerê Zirinc û jiyana Meleyê Cizîrî dê bi kurdî bihata pêşandan.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN