Li Dîlokê 3 kes hatin binçavkirin

1 Cotmeh
14:19
2016
DÎLOK (DÎHA) - Li Dîlokê di encama serdegirtina malan de 3 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Şahînbeyê ya Dîlokê polîsan bi ser gelek malan degirt û hat hîn bûn di encama serdegirtina malan de 3 kes hatin binçavkirin. Welatiyên bi navê Eylem Bagriyanik, Rahşan Kiliç û Mehmet Emîn Kayran ku hatin binçvkirin li Midûriyeta Polîsan Dîlokê tên rawestandin.
Hat hînbûn ku di dema serdegirtina malan de polîsan li welatiyan heqaret kiriye. Hat zanîn ku welatiya bi navê Eylem Bagriyanik a hat binçavkirin jî pirsgirêkên wê tenduristiyê hene.
(bg)