DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

HPG'ê êrîşî barageha leşkerî kirin

1 Cotmeh
19:26 2016

COLEMERG (DÎHA) - Gerîllayên HPG’ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê êrîşê barageha leşkerî kirin. Di êrîşê de herî kêm leşkerek mir û 5 leşker jî birîndar bûn.

Li navçeya Çelê ya Colemêrgê gerîllayên HPG’ê êrîşî biryargeha leşkerî ya serê Çiyê kirin. Di çalakiyê de herî kêm leşkerek mir û 5 leşker jî birîndar bûn. Leşkerên birîndar rakirin nexweşxaneyên derdorê. Hat zanîn ku gelek ambulans sewqî herêmê hatin kirin. Leşkeran bi hevkarî û piştgiriya helîkopteran operasyon dan destpêkirin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN