Qenala kurdî ya zarokan jî hat mohrkirin!

AMED (DÎHA) – Wek Azadî Tv, Jiyan TV, qenala kurdî ya zarokan Zarok TV ya ku bi kurdî fîlmên qartonî diweşand jî hat mohrkirin û heyînên wê yî mulkî hatin desteserkirin.
Piştî Azadî TV’yê, polîs û karmendên darayî yên bi ser Jiyan TV û Zarok TV’yê de girtin, bi qasî 3 saetan dest bi lêgerîn û jiamriyê kirin. Piştî lêgerîna li Azadî TV’yê, deriyê avahiya TV’yê hat mohrkirin û hat zanîn ku heyînên wê yî mulkî jî hatin desteserkirin.
Piştî li avahiyên Jiyan TV’a ya ku bi zaravayê dimilî weşana xwe dikir û Zarok TV a ku bes fîlmên qartonî û bernameyên zarokan diweşand, lêgerîn û jiamrî bi dawî bû, gazî çilingêr hat kirin û miftea avahiyan hat guhertin. Dema TV hat serdegirtin, Parlementera HDP’ê ya Amedê Feleknas Ûca û Hevserokê HDP’a Amedê û yên li gel wî bo piştevaniyê hatin ber avahiya TV’yê.
Ûca li ber avahiyê daxuyanî da. Ûca li dijî girtina TV’yan bertek nîaşn da û bo rayedarên dewletê got, bi girtina TV’yan, bi taybetî ya zarokan hûn ê êdî bi çi rûyî li ruyê van zarokan binêrin.
Her wiha xebatkarên TV bi starnên kurmancî û dimilî û bi govendgerandinê, li dijî girtina TV’yên xwe bertek nîşan dan.
(red)