ROJEVA 04'Ê COTMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
* Koroya Zarokan a di bin baneya Navenda Çanda Mizginê de xebatan dimeşine hem zimanê zikmakî, hem muzîkê û hem jî çanda xwe fêr dibin.
* Cîgirê Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Salih Yildiz, diyar kir ku li gel Kamuran Yuksek, di salek dawî de 2 hezar û 499 endam û rêveberên wan hatin girtin û wiha got: "Bi van binçavkirin û girtinan dixwazin partiya me xelas bikin. Lê nikarin bi girtinan DBP'ê xelas bikin."
* Wekîla HDP'ê ya Colemêrgê girtina televîzyon û radyoyan rexne kir û diyar kir ku AKP ji ber ku ji rastiyan ditirse dixwazin bi girtina radyo û televîzyonan rastiyan reş bikin û ji civakê veşêre.
* Dayika leşkerê bi navê Mehmet Kuney ê ku di dema darbeya 15'ê Tîrmehê de leşkeriya bi mecbûrî dikir hat kuştin Sevîm Kuney diyar kir ku kurê wê yê din ji bo biçe leşkeriyê gazî kirine û îsyana xwe bi gotina 'Ez ê ji kê bawer bikim û kurê xwe bişînim leşkeriyê?' anî ziman.
* Esnafên Edeneyê girtina Radyo Dunya û weşanên din şermezar kir û diyar kirin ku radyo û televîzyonên gel û esnafan nayên bêdengkirin. Esnafan anîn ziman ku ew ji bilî van radyo û televîzyonên hatin girtin yên din guhdar û temaşe nakin.
*Bi OHAL’ê re, li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê girtiyên nexweş ên giran jî di nav de li dijî 20 girtiyên siyasî, binpêkirinên mafan her diçe dijwartir dibin.
* Li navçeya Artemêta Wanê, qenala DSÎ’yê ya derdorê wê vekirîne, gefan li jiyan û ewlehiya welatiyan dixwe.
* Li Colemêrgê û navçeyên wê yên ku şer û pevçûn lê berdewam dikin, piştî leşker û cerdevanan, 5 notirvanên ji bo taxan hatin peywirdarkirin jî îstifa kirin. Dîsa li Şemzînan û Çelê jî hat ragihandin ku leşkerên bi peymanî yên xwestin îstifa bikin, bi hinceta ji ber peyman îmze kirine, daxwaza wan î îstifayê nehatiye pejirandin.
* Gerîlaya YJA-STAR’ê Saîme Avşîn a ku bi awayekî birîndarî rastî îşkenceya cerdevan û leşkeran hatibû, li Girtîgeha Tîpa M a Wanê li ser sandalyeya bitekelek, bi alîkariya hevalên xwe jiyana xwe îdame dike.
* Serokê TGS Ugûr Guç diyar kir ku, ew dê pêkûtiyên li Tirkiyeyê yên li ser çapemeniyê veguhêzînin qada navnetewî.
*Şaredariya Riha ya AKP'yî Çemê Karakoyûn ê di nava bajar re derbas dibe kiriye qenalîzasyon. Ji ber bêhna genî mirov nikare di tenişta çem re derbas bibe. Welatî û esnafan bertek nîşan dan û gotin: “Çem nayê parastin û bi ava qenalîzasyonanê qirêj dibe."
* Dayika Endama YPS-JIN’ê Şîlan Yildirim a li Silopiyayê jiyana xwe ji dest dabû behsa keça xwe kir û wiha got, “Şîlan digot, ‘Ez ê ji bo azadiya jinê têbikoşim.’”
* Esnafên rihayî sedema têkçûn û qeyrana aborî, şer û pevçûna li Tirkiye û Kurdistanê dest nîşan dikin û diyar kirin ku, Rihaya ku wargeha turîstan bû, ji ber şer û pevçûnan êdî turît lê naxuyên.
* Li herêma ku ji Cerablûsê heta Ezazê hatiye dagirkirin, hema bêje her roj sewqiyata leşkerî pêk tê û hat diyarkirin ku li gel vê sewqiyatê leşker li ser sînor qaçaxçîtiyê jî dikin û ji cerablûsiyên ku dixwazin vegerin bajarê xwe di navbera 500-1000 lîreyî de pere distînin.
* Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê dê têkildarî rewşa girtîgehan û qetlîama li girtîgeha Şirnexê pêk hat li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk bîne.
* Şaredarê Westanê yê berê yê AKP'î Nazmî Sezer ê di salên 2009 û 2014 de li Westanê şaredarî kir, bi diziya 5 salan, zevî û xaniyên hêjayî milyonan tl kirîn.
* Komên partiyên siyasî MHP, AKP, HDP û CHP dê civînên xwe yên li meclîsê pêk bînin. (10.30/11.30/11.30/12.30)
* Parêzerên Komîsyona Mafen Girtiyan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, dê rapora têkildarî Girtîgeha Silivrî li avahiya komeleyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00) BI DÎMEN E
* Rojnameger Celal Başlangiç ku ji ber tev li Nobeta Gerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê bû der barê wî de doz vebû dê li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê dê tev li rûniştina dozê bibe. (10.00) BI DÎMEN E