'Ez ê ji kê bawer bikim û kurê xwe bişînim leşkeriyê'
HATAY (DÎHA) - Dayika leşkerê bi navê Mehmet Kuney ê ku di dema darbeya 15'ê Tîrmehê de leşkeriya bi mecbûrî dikir Sevîm Kuney diyar kir ku kurê wê yê din ji bo biçe leşkeriyê gazî kirine û bi gotina 'Ez ê ji kê bawer bikim û kurê xwe bişînim leşkeriyê?' îsyan kir.
Piştî darbeya 15'ê Tîrmehê leşkeriya mecbûrî carekdin ket rojevê û mexdûrkirina welatiyan didome. Leşerê bi navê Mehgmet Kuney ê ku li li 28'emîn Mekanîzmaya Tugaya Hêza Aştiyê ya Enqereyê leşkeriya bi mecbûrî dikir, di dema darbeya 15'ê Tîrmehê de hat binçavkirin. Dayika Kuney Sevîm Kuney diyar kir ku kurê wê jê re gotiye fermana tetbîkatê ji wan re hatiye dayîn ji ber wê deketine derve û bertek nîşanî gazîkarina kurê wê Ahmet Kuney (20) ê ji bo leşkeriyê da.
Kuney, anî ziman ku kurê wê diviyabû bê berdan di girtîgehê de ye û wiha got: "Kurê min di bin fermanê de bû, berê niha jî ji ber 'li hemberî fermanê derketiye' hatibû cezakirin. Ez dixwazim kurê min ê ku di dema darbeyê de çeka xwe teslîm kiriye serbest bê berdan."
Kuney, bi lêv kir ku bi hinceta dema leşkeriyê ya kurê wê Ahmet Kuney hatiye ji bo leşkeriyê bang wî kirine û wiha pêde çû: "Ez ê ji kê bawer bikim û kurê xwe bişînim leşkeriyê. Leşkeriya kurê min Mehmet bi dawî bûye. Ma teskereya xwe girt û hat ku ez kurê xwe yê din bişînim leşkeriyê. Em di nava feqîriyê de dijîn. Ez naxwazim kurê xwe Ahmet bişînim leşkeriyê."
Ahmet Kuney ê ku ji bo leşkeriyê bang lê hatiye kirin jî tiştên bi serê birayê wî hatine bi bîrxist û wiha axivî: "Tu garantiya ku tiştên hatine serê birayê min nayên serê min tuneye."
(mb)