DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

'Em li ku dibin bila bibin em li Dunyayê ne'

 
4 Cotmeh
09:11 2016

EDENE (DÎHA) - Esnafên Edeneyê girtina Radyo Dunya û weşanên din şermezar kir û diyar kirin ku radyo û televîzyonên gel û esnafan nayên bêdengkirin. Esnafan anîn ziman ku ew ji bilî van radyo û televîzyonên hatin girtin yên din guhdar û temaşe nakin.

RTUK'ê li ser fermana Îktîdara AKP'ê 23 radyo û televîzyonên muxalif girtin. Di nava van radyoyên hatin girtin û mohrkirin de Radyo Dunya ku bi kurdî, tirkî, erebî weşanê dikir jî hebû. Esnafên Edeneyê bertek nîşanî girtina Radyo Dunya da û anîn ziman ku ew ji bilî radyo û televîzyonên gel tu televîzyon û radyoyên din temaşe û guhdar nakin. Esnafan piştgirî dan Radyo Dunya û li kargeriyên xwe pankarta "Em li ku dibin bila bibin em li Dunya ne." Em rojê difikirin" û "Bi Dunya dengê me hat qutkirin" daliqandin. Esnafan bi pankart û dowîzan piştgirî dan televîzyon û radyoyên muxalif.

'Serdema Kenan Evren baştir bû'

Esnaf Fatîh Yilmaz, girtina radyo û televîzyonan şermezar kir û anî ziman ku serdema Kenan Evren ji serdema AKP'ê baştir bû û wiha got: "Bi girtina radyo û televîzyonan ziman kurdan hat qutkirin. Hişmendiya ku zimanê kurdî nas neke û tune bike em jî wê nas nakin. Em ji bilî qanalên kurdan tu qanalên din temaşe nakin.

'Em dê li dijî zaliman di ber xwe bidin'

Yilmaz, da zanîn ku girtina qanalên li Kurdistanê li dijî hiqûqê ye û wiha got: "Li şûna ku hikûmet gavên aştiyê bavêje, bêti rê li pêş şer vedike. Ger ku Radyo Dunya û qanalên me bigirin em dê li şûna wan qanal û radyoyên din vekin. Em tu carî bêdeng nebûn. Em bêdeng nabin. Em dê heta dawî têbikoşin.

'Divê bêtir em li ser çareseriyê bifikirin'

Esnaf Fikret Sumer anî ziman ku dewlet ji bo kurdan asîmîle bike û tune bike serî li hemû rê û rêbazan dide, lê kurd bi berxwedana xwe hemû lîstikên dewletê pûç kirine û wiha got: "Bi girtina radyo û televîzyonan dixwazin kurdan bêdeng bikin. Dewlet kurdan ceza dike. Êrîş me dixin nava fikaran. Divê ji niha û şûnde em bêtir li ser çareseriyê bifikirin."

Êrîşî destkeftiyên kurdan dikin

Esnaf Yasîn Ozcan jî anî ziman ku kurd di dîrokê de her dem rastî êrîş û zilma zaliman hat û wiha got: "Lê ev êrîş û zilma hatiye kirin dê hemû cihê xwe di rûpelên reş ên dîrokê de bigire. Girtina radyo û televîzyonan êrîşa li dijî ziman, çand û nasnameyê ye. Divê hemû gelê kurd xwe ji qanalê pergalê paşve bikişîne.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN