DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Qenala DSÎ ya servekirî talûkeyê belav dike

 
4 Cotmeh
09:13 2016

WAN (DÎHA) - Li navçeya Artemêta Wanê, qenala DSÎ’yê ya derdorê wê vekirîne, gefan li jiyan û ewlehiya welatiyan dixwe.

Li Taxa Suphanê ya Artemêta Wanê, qenala avê ya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ), ji ber hawirdora wê bi têlên rêsayî nehatiye girtin, li taxê di serî de zarok boyî hemû welatiyan talûkeyê dide der. Qenala ku berê ji bo karên avî dihat bikaranîn, ji Artemêtê dest pê dike, ji Taxa Şamranaltiyê diherike Gola Wanê. Qenala ku nêzî 40 km’yî ye û ser wê vekiriye, li hawirdorê dibe sedema nexweşînan. Qenala ku di mehên havînê de, bûyerên xeniqînî lê xwe didin der, di mehên zivistanê de jî hema bêje veguheriya sergoyê çopan. Niştecihên taxê, ji bo ser qenalê bê girtin gelek caran daxwazname radestî DSÎ’yê kirine û hîn jî li benda çareserkirina qenalê ne.

‘Zarok bi talûkeya xeniqandinê re rû bi rû ne’

Ji niştecihên taxê Hamdîn Demîrcan diyar kir ku, wan gelek caran daxwazaname radestî DSÎ’yê kiriye lê, heta niha tu hewldaneke sergirtina wê nehatiye kirin û got, ew her bi metirsiya ku dê zarokên wan tê de bixeniqin dijîn. Demîrcan wiha axivî: “Me ewqas daxwazanme radestî DSÎ’yê kirin, lê me tu muxatab nedîtin. Zarokên taxê jî, tim li vir dilîzin. Em ditirsin ku tiştek bê serê wan. Heke li vir tiştek bê serê kesekê/î, berpirsiyarê wê DSÎ ye.”

‘Divê bo qenalê çareserî bê dîtin’

Demîrcan bi bîr xist ku, qenal di ber dibistana li taxê re derbas dibe û wiha axivî, “Di dema belavbûna dibistanê de, gelek xwendekar di vir re derbas dibin. Divê rayedar û berpirsiyarek were û li hawirdora wê têlên rêsayî bipêçe. Ji ber bêhnê, em nikarin li baxçeyê xwe rûnên. Divê demildest, boyî vê qenalê çareseriyek bê dîtin.”

(red)





ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN