DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Leşkerên dixwazin îstifa bikin rastî astengiya peymanê tên!

 
4 Cotmeh
09:13 2016

COLEMÊRG (DÎHA) – Li Colemêrgê û navçeyên wê yên ku şer lê berdewam dikin, piştî leşker û cerdevanan, 5 notirvanên ji bo taxan hatin peywirdarkirin jî îstifa kirin. Dîsa li Şemzînan û Çelê jî hat ragihandin ku leşkerên bi peymanî yên xwestin îstifa bikin, bi hinceta ji ber peyman îmze kirine, daxwaza wan î îstifayê nehatiye pejirandin.

Li Colemêrg û navçeyên wê Çelê, Şemzînan û Geverê ji ber şerê giran, piştî leşker û cerdevanan, notirvanên ji bo taxan hatin peywirdakirin jî dest bi îstifayê kirin. Hat zanîn ku ji 24 notirvanên di 19’ê tebaxê de li taxan û noqteyên qontrolê yên polîsan dest bi kar kiribûn, 5 ji wan îstifa kirine.

‘Me wek êm ku diavêjin ber mirîşkan bi kar tînin’

Hat zanîn ku hêjmara kesên ji karên çayfiroşiyê, ewlehiyê û di karên birin û anîna ewraqan de dixebitîn û paşê derbasî karê notirvaniyê bûn, yeko yeko îstifa dikin û her diçe ev îstifa zêde dibin. Hin notirvanên îstifa kirine ji kesên derdora xwe re jî bi gotinên “Li noqteyên qontrolê, li cihên herî pêş me bi cih dikin. Di pevçûnan de me wek êm ê ku diavêjin ber mirişkan bi kar tînin” sedema îstifayê anîne ziman. Dîsa ji bo ku agahiya îstifayan li çapemeniyê xwe nede der, rayedarên muduriyeta polîsan gef li wan xwariye.

Leşkerên xwestin îstifa bikin rastî astengiya peymanê tên!

Li Şemzînan û Çelê yên di demên dawîn de şerekî giran li wan didome jî, çavkaniyên herêmî ragihandin ku gelek leşkerên bi peymanî ji bo îstifayê daxwazname radestî rayedarên qereqolan kirine. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku li gel daxwaznameya îstifayê jî daxwaza leşkerên ku boyî 3-7 salan peyman îmze kirine nehatiye qebûlkirin. Leşkerên ev daxwaz kirine, bi taybetî li çoltara bajaroka Rûbaroka Şemzînan û Çelê dema derketine operasyonan jî, ji gundiyên derdorê re vê rewşê bi awayekî devkî ragihandine.

Bavê le?şkerê hat binçavkirin: Ji ber peymanê nekarî berde

Di 21’ê îlonê de jî, li herêma Davoşa ya li ser riya Çel-Colemêrgê dimîne jî 2 leşkerên pispor ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hatibûn revandin û bavê leşkerekî jî, bal kişandibû ser vê rewşa peymanê. Bavê leşker Mevlut Kahvecî, Alişen Kahvecî, bi gotinên “Herî dawî, beriya cejnê min û kurê yê hat revandin axivîn. Min digot dev jê berde, lê wî nedikarî berde. Digot, ‘Bavo ez ê berdim. Min peyman îmze kiriye. Dema roja min biqede ez ê berdim” vê rastiyê raxistibû ber çavan.

Li aliyê din di rojên çûyî de jî, ji qereqolên herêma Navberojan a Şemzînanê û Bezelê jî 25 çawişên pispor îstifa kiribûn. Di 19’ê Îlonê de jî li gundê Rezan a Colemêrgê 7 cerdevanan dev ji karên xwe berdabû û gotibûn ku ew ê êdî bi sewalvanî û çandiniyê re mijûl bibin.

(gka/red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN