Esnafên Rihayê: Qeyrana aborî heye
RIHA (DÎHA) - Esnafên rihayî sedema têkçûn û qeyrana aborî, şer û pevçûna li Tirkiye û Kurdistanê dest nîşan dikin û diyar kirin ku, Rihaya ku wargeha turîstan bû, ji ber şer û pevçûnan êdî turît lê naxuyên.
Li Tirkiye û kurdistanê, piştî derbeya 15’ê Tîrmehê bi OHAL’a hat îlankirin re, di her qadên jiyanê de qeyran û alozî xwe dane der. Yek ji qadên ku ev qeyran bi awayekî neyînî bandorê lê dike jî, aborî û jîngeha kedê ye. Têkildarî vê esnafên rihayî jî, nerazîbûnên xwe dan der û dest nîşan kirin ku li Tirkiyeyê qeyraneke aborî heye û sedema vê qeyranê jî şer û pevçûnên li Tirkiye û Kurdistanê ye.
‘Berprisiyarê vê rewşê hikûmet e’
Ji esnafan Yaşar Turkmenoglû yê firoşkarê cil û bergan diyar kir ku, piştî hewldana derbeya 15’ê Tîrmehê pêkûtiyên bi OHAL’a xwe dan der tesîrê li her qadê dike û ji vana qadan yek jê jî aborî ye ku di vî warî de qeyraneke ber biçav heye û wiha axivî: “Hewldana derbeyê bandoreke zêde li ser esnafan kir. Mesela turîstên bixwazin werin Rihayê, bo ewleyiyê serlêdanan dikin. Heke li cihekî tirs hebe, dê turîst çawa werin. Berpirsiyarê vê jî hikûmet e.” Turkmenoglû tengasiyên ku esnaf bi wan re rû bi rû manej î kir û wiha got, “Esnaf deyndar in. Heke anket bên çêkirin, tê her tişt aşkere bibe. Pêwîst e dewlet, bêyî faîz krediyan bide.”
Piştî komkujiya Pirsûsê her tişt guherî
Esnaf Salîh Taşkin dest nîşan kir ku, piştî komkujiya li navçeya Pirsûsê, şer û pevçûn xwe dan der û ev bandor li gelek qadan kir û wiha got, “Êdî turîst nayên Rihayê. Wek esnafan, rewşa me nebaş e. Hin rojan bêyî sifteh em dikanên xwe digirin. Ji ber vê gelek esnafan ji neçarî dikanên xwe girtin.”
‘Êdî em niakrin deynê xwe bidin’
Esnaf Halîl Çadircî jî got, li Tirkiyeyê eyrana aborî heye û wiha axivî: “Ji ber kar tune ye, li piyasê pere jî tune ye. Êdî em wek esnaf nikarin deynê xwe bidin. Yên serdest esnafan nafikirin. Êdî rewş bûye ku, bê krediyan esnaf niakrin tevbigerin. Lê ew jî tune.”
‘Şer ne li Sûriyeyê, li Tirkiyeyê heye’
Esnaf Abdûlkadîr Çoban jî balê kişand şerê li Sûriyeyê û wiha got, “Şer ne li Sûriyeyê, li Tirkiyeyê heye.” Çoban balê kişand ser komkujiya Pirsûsê û wiha got, “Êdî wek berê turîst nayên Rihayê. Esnaf krediyan dikşîne, lê nikare deynê xwe bide. Ji ber vê yekê, esnaf îflas dike û ji neçarî derabeyên xwe digirin.”
(mhy-mp/red)