'Girtiyên siyasî rastî îşkenceyê tên'
MANÎSA (DÎHA) - Girtiyên siyasî yên ji bo tedaviyê anîn nexweşxaneyê, bang li welatiyên derdor kirin û gotin ew rastî îşkenceyê tên.
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê dimînin ji bo tedaviyê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Manîsayê, bang li welatiyên derdor kirin û gotin ew rastî îşkenceyê tên. Girtî dema li otobusa girtîgehê hatin siwar kirin qêriyan û gotin: "Girtiyên siyasî îşkence dikin, ji hemû kesê re bêjin îşkence tê kirin."
Welatiyên li derdor jî banga girtiyan bi telefonên xwe qeyd kirin. Dema polîsan mudaxeleyî welatiyên ku dîmen kişandin kirin welatiyan bi gotina 'Em edaletiya we nîşan didin' bertek nîşanî polîsan dan û kişandina dîmenan domandin.
Welatiyan dema girtî bi zorê li otobusan hatin siwarkirin bi çalakiya deng derxistinê bertek nîşanî pêkanînên polîsan dan.
Hat dîtin ku di dema sewqê de gelek polîs û cendirmeyan derdora nexweşxaneyê dorpêç kirbûn.
(mb)