Li Edeneyeê 5 kes hatin girtin
EDENE (DÎHA) - Li Edeneyê bi hinceta 'Endamê HPG'ê li vire' polîsan bi ser malan de girtibûn û 14 kes hatibûn binçavkirin, ji kesên hatin binçavkirin 5 kes hatin girtin.
Li taxa Ova a semta Şakîrpaşa ya navçeya Seyhana Edeneyê polîsan di 23'ê Îlonê de bi hinceta "Endamê HPG'ê li vire" bi ser malan de girtibûn. Di serdegirtina malan de 14 kesên ku di nava wan de zarok jî hebûn hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin şevê din karên wan ên li midûryeta polîsan bi dawî bûn û sewqî dozgeriyê hatin kirin. 9 kesên ku di nava wan de zarok jî hene piştî li dozgeriyê îfadeyên wan hatin girtin serbest hatin berdan.
Welatiyên bi navê Îhsan O., Mahmut B., A.B., O.B. û A.B., bi sûcdariya "madeyên teqemeniyê ligel xwe ghirtine û bikaranîne", "Endamê rêxistinê ye" û "Di amadekariyên çalakiya bi bombe de ne" sewqî hakimê lêpirsê hatin kirin.
Hakim bi heman sûcdariyan biryara girtina 5 kesan da.
(mb)