Akademiya Piştevaniyê ya Kocaeliyê sibe deriyê xwe vedike
KOCAELÎ (DÎHA) - Akademiya Piştevaniyê ya Kocaeliyê ku ji aliyê 19 akademîsyenên ji Zanîngeha Koceliyê hatibûn dûrxistin ve hat avakirin sibe deriyê xwe ji xwendekaran re vedike.
19 akademîsyenên ku ji ber îmze avêtin bin danezana "Em ê nebin şirîkê şer" ji Zanîngeha Kocaeliyê hatin dûrxistin, wekî alternatîf Akademiya Piştevaniyê ya Kocaeliyê vekirin û sibe deriyê xwe ji xwendekaran re vedike.
Alîgirê Doç. Hulya Kendîr ku bi biryara KHK'ê ji zanîngehê hat dûrxistin diyar kir ku dê zanist bi zanîngehaqn re sînordar nemîne û wiha got: "Ger zanist di nava gel de bê bicihkirin wê demê dê bigihişe armanca xwe. Beriya niha jî me dixwest di nava gel de akademiyekê vekin. Bi biryar KHK'ê firsend çêbû ku em vê daxwaza xwe pêk bîne."
Kendîr, anî ziman ku gelek sedemên ku navê akademiya xwe kirine Akademiya Piştevaniyê ya Kocaeliyê hene û wiha pêde çû: "Bi taybetî me got piştevanî ji ber ku em dixwazin her kes cihê xwe têde bigire. Em dixwazin ku xebatkarên perwerdehiyên ên ji kar hatine dûrxistin jî di nava akademiyê de cihê xwe bigirin. Em ê destpêkê bi semîneran dersan bidin. Em çi fêrî xwendekarên xwe yên zanîngehê kirin em ê di akademiyê de wan fêr bikin. Me çawa gotinên xwe li navbirên zanîngehê û di refan de digotin em ê li vir jî bêjin."
Kendîr, bang li xwendekar û gel kir û wiha domand: "Werin tevlî dersên me bibin. Em ê sibe deriyên xwe ji xwendekaran re vekin û dersên destpêkê bidin. Em bi kelecanin, em bang li hemû kesên ku ev akademî bala wan dikişînin dikin ku ligel me cih bigirin."
Akademî dê sibe saet di 16.00-18.00'an de li Şaxa Egîtîm Sena Kocaeliyê dest bi dayîna dersan bike. Kesên ku dixwazin tevlî dersan bibin, dikarin ji navnîşanên "kou dayanışma" a Twettîrê û Facebookê xwe bigihînin bernameya dersan.
(mb)