DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Qanala ÎMC Tv reş kirin

 
4 Cotmeh
13:01 2016

STENBOL (DÎHA) - Polîsan bi ser avahiya ÎMC'ê de girt û pîştî lêgerînê qanala ÎMC Tv reş kirin.

Îktîdara AKP'ê ku der barê 12 qanalên tv û 11 radyoyan de biryara girtinê da yek bi yek qanalan digire û mohr dike. Polîsan îro piştî bi ser avahiya Hayatin Sesî TV degirt û lêgerînê dikin, polîsan bi ser avahiya ÎMC TV de girt. Polîsan bi ser avahiya TV ya Eyup a Stenbolê de girt û niha lêgerînê pêk tîne. Polîs li aliyekî lêgerînê pêk tînin, li aliyê din hemû xebatkarên tv bi hevre li hemberî weşana zindî bertek û nerazîbûnên xwe tînin ziman. Polîsên Şaxa Ewlehiyê û Maliyê li avahiyê lêgerîn dikin. Li aliyê din weşana zindî jî didome. Polîs di bin weşana zindî de li havahiyê lêgerîn dikin.

Dema polîs ketin studyoya weşana zindî li salonê Koordînatorê Weşana Giştî ya ÎMC Eyup Burç bertek nîşan da û got "Ji bo zaliman bijî dojeh" û bertekên xwe anî ziman. Hemû xebatkarên ku di weşana zindî de bertekên xwe tînin ziman bê navbe silogan "Bimire faşîzm", "Çapemeniya azad bêdeng name" "Çapemeniya gel ne bit enê ye" berz dikin. Niha lêgerîn berdewam dike û berteka hemû xebatkarên tv li hemberî serdegirtina polîsan didome.

Polîsên ku li avahiya ÎMC Tv lêgerîn dikin weşana wê qut kirin û ekrana ÎMC Tv reş kirin.


(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN