Dayika Şeran: Riya te riya min e!

RIHA (DÎHA) - Dayika Seyît Riza Şeran ê li Girtîgeha Şirexê jiyana xwe ji dest da bi gotina dayika xwe ya "Riya te riya min e" li Bêrecûkê hat definkiri.
Cenazeyê Seyît Riza Şeran (16) ê li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê di îsyana derket de birîndar bû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da li navçeya Bêrecûkê ya Rihayê hat definkirin. Di bûyera ku 28'ê îlonê li girtîgehê derket de ji girtiyan Cegerxwîn Akdenîz li girtîgehê jiyana xwe ji dest dabû, Şeran jî bi giranî birîndar bûbû. Şeranê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da piştî karên otopsiyê malbatê cenaze wergirt û anî Bêrecûkê. Cenazeyê Şeran ji aliyê polîsan ve di têketina navçeyê de bi berîqatan hat astengkirin û nehiştin bibin malê. Li ser vê caneze rakirin Morga Goristana Karşiyakayê.
Cenazeyê Şeran îro anîn Goristana Karşiyakayê û bi sedan welatiyên ku di nav de Rêveberên HDP, DBP û MEYA-DER'ê jî hene beşdarî merasîmê bûn. Cenaze bi meş û dirûşmên "Şehîd namirin" "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" anî cihê ku gorê. Li vir piştî rêzgirtinê cenaze hat definkirin. Songul Şeran a ku kurê xwe bi destê xwe defin kin diyar kir ku ewê têkoşîna kurê xwe bidomîne û wiha got: "Seyîd Rizayê min lehengê çiya ye. Riya te riya min e."
Piştre rêvebera MEYA-DER'ê Hadle Ogur axivî û wiha got: "AKP'ê ciwanê kurdan qetil kir. Rİya van ciwanan riya me ye. Em ê tu caran wan ji bîr nekin."