DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Plaforma Ked û Demokrasiyê bertek nîşanî girtina TV'iyan da

 
4 Cotmeh
13:48 2016

AMED (DÎHA) - Platformu Ked û Demokrasiyê ya Amedê girtina televîzyonên muxalîf û yên kurdî şermezar kir.

Platformu Ked û Demokrasiyê ya Amedê derbarê girtina televîzyonên muxalîf û yên kurdî de li avahiya TMMOB'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civîna ku hevparên platformê tevlî bûn de Berdevkê Demkî yê Platformê Dogan Hatun axivî. Hatun, anî ziman ku polîtîkayên şer û hilweşînê gihiştine lûtkeyê û pêkanîna zextan her roja ku diçe zêdetir dibe.

Hatun, bi lêv kir ku yek ji hêmanên demokratîkbûna civakê xwe îfadekirina azade û wiha got: "Yek ji parçeyên vê yên herî girîng jî çapemeniye û li hemberî azadiya çapemeniyê darbe pêk hatiye. Mafê gel ê zanistgirtinê hatiye xespkirin. Bûyerên ku di çarçoveya KHK'ê de tên jiyîn me dixe nava fikaran. Qirkirina çandî ya hikûmetê gihiştiye zarokên me û ev fikaran zêdetir dike. Hikûmet hemû pêkanînên qirkirina çandî ya li hemberî kurdan ji bo xwe rewa dibîne û hemû mafên gelên demokratîk xesp dike."

Hatun, da xuyakirin ku divê hikûmet polîtîkayên xwe li ber çavan re derbas bike û wiha axivî: "Divê dewlet dawî li zextên xwe yên li ser çapemeniya azad bîne, biryara girtina TV û radyoyan paşde bikişîne û divê destûr bê dayîn ku çapemeniya azad bi gel re bê cem hev."

Piştî daxuyaniyê civîn bi dawî bû.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN