Ji Aydogan re hişyariya bi zorê anîna dadgehê
AMED (DÎHA) - Ji bo ku Wekîla HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan ji bo îfadeyê hişyariya bi zorê îfade bide hat kirin.
Ji bo Wekîla HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan ku 2'yemîn dadgeha cezayê giran derbarê wê de ji ber ku di sala 2011'an de tevlî hinek çalakiyan bûye doz hat vekirin, hişyariya ger neyê îfade bide dê bi zorê bînin û îfadeya wê bide hat kirin.
Ji Aydogan re ku gelek caran derbarê wê de bi sûcdariya "propagandaya rêxistinê kiriye", "li hemberî qanûna hêjmar 2911 bûye muxalefet" û "ligel ku ne endamê rêxisrtinê ye li ser navê rêxisrtinê sûc kiriye û endamê rêxistinê" doz hatin vekirin û ji 11 sal heta 32 salan ceza jê re tê xwestin kaxida hişyariyê hat amadekirin.
Di hişyariya ku ji Aydogan re hat şandin de wiha tê gotin: "Ger sedemek we tune be û hûn neyên rûniştina dozê, bi madeya CMK 176/2 dê we bi zorê bînin dozê. Bi madeya CMK 206/1 dê delîlan danîn holê û bi madeya CMK 98/3 dê derbarê we de fermana girtinê bê dayîn."
(mb)