DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Aydogan: Ez ê neçim û îfade nedim

 
5 Cotmeh
13:46 2016

AMED (DÎHA) - Wekîla HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan ji bo îfade bide hişyariya bi zorê dê îfade bide hatibû kirin diyar kir ku li ser biyara ku partiya wan deye dê neçe û îfade nede.

Wekîla HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan derbarê doza ku 2'yemîn dadgeha cezayê giran derbarê wê de ji ber ku tevlî hinek çalakiyan bûye doz hat vekirin û hişyariya ger neyê îfade bide dê bi zorê bînin û îfadeya bide de axivî. Aydogan, anîn ziman ku piştî destnedana parlamenterên HDP'ê hat rakirin gelek caran ji bo îfade bidin gazî wan hatiye kirin, di vê mijarê de partiya wan biryarek girtiye û ew ê di çarçoveya vê biryarê de neçe û îfade nede.

Aydogan, bi lêv kir ku ew ê derbarê dozên ku li wan hatine vekirin de îfade nede û wiha got: "Di mijara bi zorê anînê de jî ew bi kêfa xwe ne. Ger bên û me bi zorê bibin, em ê di dadgehê de jî îfade nedin. Em ê parastina ku partiya me amade kiriye radestî heyeta dadgehê bikin û em dixwazin ku hemû raya giştî vê bizanibe."

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN