DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Kampanyaya 'HDP'ê ji HDP'ê bişopînin'

 
5 Cotmeh
15:58 2016

ENEQE (DÎHA)- HDP li hemberî ambargoya ku li hemberî wan tê meşandin bişîkîne dest bi kampanyaya 'HDP'ê ji HDP'ê bi şopînin' ji bo dengê xwe bide bihîstin dide destpêkirin.

Piştî ku çapemeniya mûxalîf hat girtin û mohrkirin û şûnde civak ji bo dengê xwe bide bîhistin ket nava lêgerînê. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di meclisê de partiya sêyemîne ji bo ku ambargoya li ser wan têkirin bişkîne dest bi çareseriyên alternatîf xiste dewrê. Li hemberi kanalên Tv û rojnameye ku cih nadin HDP'ê dest bi kampanyayê kir. Kampanyaya ku ji aliyê HDP'ê ve bi dirûşemya ''HDP'ê ji HDP'ê bi şopînin' da destpêkirin ji aliyê komisyona çapemeniyê ve ket meriyetê.

Wê li ser hesabên civakî yên resmî yên weke Facebooka partiyê, Twîttera partiyê, Înstgrama û Youtubê kampanya were meşandin. Wê bi awayekî rêk û pêk li ser vê tora civakî ya HDP'ê nûçe werin parvekirin. Dê her wiha şahî, komcivîn û mîtîng bi awayekî zindî werin weşandin. Ji ber ku studyoyên kanalan ji HDP'ê re girtîne wê di çarçoveya kampanyayê de bi peryodeke denîşan kirî weşanên zindî bike. Kampanyaya ku bi dirûşmeya "HDP'ê ji HDP'ê bi şopînin' ku starta wê hat dayîn di demek kurt de xwe gihand girseyek mezin. Heta ambargo bidome dê HDP bi van torên civakî xwe bigehîne gel.

Facebook: https://www.facebook.com/HDPgenelmerkezi
Twitter: https://twitter.com/HDPgenelmerkezi
Instagram: http://instagram.com/HDPgenelmerkezi
YouTube: www.youtube.com/HDPgenelmerkezi

(aw)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN