Li Mêrdînê ji ber 'medyaya civakî' girtin

MÊRDÎN (DÎHA) - Welatiyê bi navê Abdullah Înal ê ku beriya 7 rojan hatibû binçavkirin, parvekirinên wî yên li ser medyaya civakî wekî hincet hatin nîşandan û hat girtin.
Welatiyê bi navê Abdullah Înal ê ku li ser qeyda Artuluya Şirnexê ye di 28'ê Îlonê de li Mêrdînê hatibû binçavkirin. Înal ku di nava du rojan de du caran bi ser mala wî de hat girtin îro derxistin Edliyeya Mêrdînê. Dozgeriyê bi daxwaza girtinê Înan sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Mêrdînê kir, parvekirinên wî yên li ser medyaya civakî wekî hincet hatin nîşandan û bi îdîaya "propagandaya rêxistinê kiriye" hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.
Li aliyê din welatiyê bi navê Yekta Bertan ê bi Înan re hatibû binçavkirin jî beriya hefteyekê bi îdîaya "propagandaya rêxistinê kiriye" hatibû girtin.
(mb)