Bi destûr ji girtîgehê derket û hevjîna xwe qetil kir
RIHA (DÎHA) – Li Rihayê Halîl Îbrahîm Eker ê ku ji girtîgehê bi destûr derket, hevjîna xwe Havva Teker qetil kir.
Li Rihayê, Halîl Îbrahîm Eker (36) ê bi destûr ji girtîgehê derket, hevjîna xwe Havva Eker (27) qetil kir. Havva Eker a li Taca Biçaçilarê dimîne, jia liyê hevjînê xwe Halîl Îbrahîm Eker ê ji girtîgehê bi destûr derket li mala xwe hat qetilkirin. Paşê Eker, 3 zarokên xwe girt û ji holê wenda bû. Ji bo girtina Eker, liv û tevger xwedan der.
Ji bo karên otopsiyê cenazeyê Havva Eker rakirin morga nexweşxaneyê.
(red)