DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Formên fîşkirinê ji mamosteyan re şandin

 
6 Cotmeh
09:13 2016

RIHA (DÎHA) – Li Rihayê, formên ku pirsên nepeniya jiyana taybet bin pê dikin jî tê de cih digirin, li mamosteyan hatin belavkirin.

Ji aliyê Wezareta Perwerdehiya Milî (MEB) piştî ku zêdeyî 14 hezar mamoste ji kar hatin girtin, li qada cemaweriyê atmosfereke tirsê xwe da der û ev atmosfer hîn jî didome. Li Rihayê, Gerînendetiya Perewerdehiya Milî ya navçeya navendî Karakopruyê, bi mebesta fîşkirinê hin form li mamosteyan belav kirin. Di forman de pirsên wek navê saziya ku goştê qurbanê û eyarê wan dide, hesabên medyaya civakî û hwd. cih digirin. Piştî ev form hatin belavkirin û naveroka wê hat xwendin, gelek mamoste li dijî wê bertek nîşandan.

Pirsên skandalî hatine kirin

Di formê de ji mamoseyan pirsên wek; hesabên aîdê hevjîn û zarokên wan, hesabê wî/wê yê Bank Asyayê heye yan na, endamtiya saziyên sivîl, endamtiya Aktîf-Sen’ê, saziya ku goştê qurbanê û eyarê wan belav dike, abonetiya rojname-kovaran û hwd. hatine pirsîn.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN