DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ji bo polîsan 'DAIŞ can e'

 
6 Cotmeh
09:31 2016

STENBOL (DÎHA) - Guhdarê Ozgur Radyo Alî Sonmez Kayar ê ku di îşkenceya polîsan de birîndar bû diyar kir ku di bin çavan de polîsekî jê re gotina "DAIŞ can e ya li mayê heyecan e" bi kar aniye.

Ozgur Radyo bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê (KHK) hatibû girtin. Polîsan bi ser radyoyê de gritibûn. Di dema serdegirtinê de xebatkarên radyoyê hatibûn binçavkirin. Guhdarê radyoyê Alî Sonmez Kayar ê li wir bû jî rastî şîdeta polîsan hat û ji serê xwe birîndar bû. Kayar tiştên ku hat serî wê ji ajansa me re vegot.

'Serê min li maseyê xistin'

Kayar bilêv kir ku polîsên hatine radyoyê derî şikandine û ketine hundir û wiha berdewam kir: "Li hundir hevalên me yên ku bi telefonê dîmen kişandin, polîsan xwestin telefonên xwe bigirin. Piştre nasname xwestin.Piştre jî bêyî hişyarî bikin êrîş kirin. Dema ku me xwe diparast jî min dîk 4 polîs li ser min in. Dema ku min pirsa çima hûn îşkene li min dikin kir. Min birin aliyê din û serê min bi zanebûn li maseyê xistin. Tekane tişta ku me kir berzkirina dirûşma çapemeniya azad nayê bêdengkirin bûn. Ji bo kelepçeya ters li destê me xin em avêtin erdê. Dîsa 4-5 polîs li ser min bûn. Min li erdê xwîn dît lê fêm nekir ku aydî min e."

7 saetan bi kelepçeyê dan rawestandin

Kayar anî ziman ku bi hevalên xwe re ew xistine wesayîtê, saet ji 15.00 heta 20.00'an bi awayeke destên wan ters kelepçekirî hatine rawestandin, piştre ji bo muayeneyê ew birine nexweşxaneyê.

'DAIŞ can e'

Kayar di berdewamê de wiha got: "Dema ku em birin muayeneyê li deriyê nexwşexaneyê nêzî 10 kesên ku difirine endamê DAIŞ'ê ne bi awayekî destên wan vekirî li polîsan re anîbûn muayeneyê û polîsekî di vî navberê de gotina "DAIŞ can e ya mayî heyecan e" bi kar aniye, polîsekî din jî emkanîzmaya çekê kişandiye û gotina "divê tu berdî serê van bi kar aniyê.


Kayar bal kişand li ser pêkûtiyên li ser çapemeniyê û ji gotine "yek netewe" ber bi "yek çapemenî" ve çûyîn heye. Kayar herî dawî wiha got: "Şikandina serê min ne girîn e. Lİ vî welatî dayik û jinên pîr tên qetelkirin. Li vî welatî dayik bi zarokên xwe yên di zikê di xwe tên qetilkirin."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN