Bayik: Dawiya dawî dê AKP bê darizandin
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Hevseroke Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik rastiya dewleta tirk a nijadkuj bi girtina kanalên televîzyon û radyoyan xwe daye der û nirxandina "Dawiya dawî dewleta tirk û îxtidara AKP’ê ji ber van sûcên xwe dê bê darizandin" kir.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayîk di nivîsa xwe ya ku di rojnameya Azadiya Welat a vê hefteyê de bal kişand li ser girtina televîzyon û radyoyên muxalîf. Nivîsa Bayik wiha ye:
"Hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê ji aliyê desthilatdariya AKP’ê ve ji bo ku li Tirkiyeyê li gorî xeta xwe sazûmaniyeke dewleta faşîst pêk bîne; gotin di cih de be; bû wekî hêzeke provokasyonê. Kê kiribe yan jî bi destê kê hatibe kirin bila be lê kesên ku hewl dan vê darbeyê pêk bînin di dîroka Tirkiyeyê de bûn hêza herî mezin a provokasyonê. Darbeyeke faşîst a rasteqîn di 15’ê Tîrmehê de pêk hatiye. Li Tirkiyeyê îro roj darbeyeke ji hemû darbeyên leşkerî yên faşîst mezintir tê pêkanîn. Di roja me ya îro de ku êdî li dinyayê darbeyên leşkerî pêk nayên û desthilatdariyên faşîst wekî sedsala 20’emîn ne li ser hikm in, darbeyeke faşîst encax bi vî şeklî were kirin. Erdnîgariya ku Tirkiye lê ye, têkoşîna bi dehan salan a ji bo demokrasiyê li Tirkiyeyê tê pêşxistin û têkiliyên ku bi Ewrûpayê re evqas pêşxistiye û nikare bibire jî dema mirov ev li ber çavan bigire derbeyeke faşîst encax bi vî rengî dikare bê kirin. Heta tiştên ku cuntayên leşkerî nekirin, nekarîn bikin û nedikarîn bikin jî, hemû pêkutî û zextan ew pêk anîn û pêk tînin.
'Ji bo zilma wan neyê dîtin çapemeniyê bêdeng dikin'
Kesên ku ji ber hewldana darbeyê û yên wekî Fetullahî tên bi nav kirin û hatin girtin, em danin aliyekî li Tirkiyeyê di tu demên darbeyên leşkerî û desthilatdaran de bi qasî serdema hikûmetên AKP’ê siyasetmedar, demokrat û welatparêz nehatine girtin. Di nav 5 salên dawî de hejmara kesên hatine girtin bi serê xwe ji serdema kesên ku di demên darbeyan de hatine girtin bi zêdebarî derbas kiriye. Di salên 1990’î de dixwestin bi şewitandina gundan têkoşîna gerîlayan têk bibin, îro roj jî bi rêya şewîtandin û rûxandina bajaran dixwazin konsepta têkibirina gerîla û Tevgera Azadiyê bibin serî. Şerekî ewqas qirêj û neheq dimeşînin ku ji bo zilma dikin neyê dîtin ji bilî çapemeniya hevkar û alîgir hemû çapemenî bêdeng kirine.
'Dijminatiya AKP'ê ya li dijî kurdan nîşan dide'
Televîzyoneke zarokan, televîzyoneke ku bi kirmanckî weşanê dike û televîzyoneke ku bûye dengê civaka elewî girtin. Dema mirov li van televîzyonan careke din derdikeve holê ku bê ka desthilatdariya AKP’ê çiqas dijminahiya kurdan dike û tehemûla xwe ji tu cihêrengiyê re tuneye. Bi girtina hin televîzyonên xwecihî û ÎMC TV’ê jî careke din derxistiye holê ku AKP ji bilî dengê xwe tehemûlê tu dengekî muxalif nake. Desthilatdariyeke wiha ma ne faşîst be çi ye?
Ev êrîşa giran a li ser çapemeniyê îşaret pê dike ku ew ê êrîşên li hemberî Kurdan û hêzên demokrasiyê zêdetir bibin. Tê fêmkirin ku ew ê bi vê yekê şerê psîkolojîk jî zêde bikin û pê re hewl bidin ku mêjiyan şolî bikin. Ji bo ku zilma dike neyê dîtin, ji bo derewên wî dernekevin holê ewqas giran êrîşî çapemeniyê kir. Di demeke ku bi sedan rojname, televîzyon, radyo di xizmeta AKP’ê de ne, girtina çend televîzyon û radyoyên rastiyan tînin ziman tu wateyeke xwe ya din tuneye. Ev êrîşa li hemberî çapemeniyê îşaret pê dike ku di warê hişmendî û polîtîkayê de jî çiqas qels in. Jê ditirse ku yek du televîzyon, rojname û radyo hemû bingeha wan bihejînin û birûxînin. Radibe MHP û hêzên neteweperest hembêz dike ev jî nîşan dide ku bê ka çiqas di nav zeafiyeteke mezin de ye. Heke têkoşîneke cidî were pêşxistin, ketina wî jî ew ê wisa dirêj neajo. Desthilatdariya AKP’ê ku dixwaze kurdan û hêzên demokrasiyê têk bibe, ew ê bi saya têkoşîna demokrasiyê ya ku kurd jî di nav de ne di demeke kin û kurt de were rewşa hilweşînê.
'AKP çawa partiyekî şerê taybet e derket holê'
Zarok TV û JIYAN TV teqez ji ber dijminatiya li dijî kurdan hatine girtin. Ji ber feraset û polîtîkaya asîmîlasyon ji zaroktiyê dest pê dike kanalên ku zarok zimanê xwe yê dayikê hîn bibin hatine girtin. Televîzyona ku bi kirmanckî weşanê dike jî bi gotina “Me li Çewlîg, Amed û Dersimê asîmîlasyon pêk anî, gel Kirmanckî ji bîr kiriye ev dîsa dixwazin vê zindî bikîn” hatiye girtin. Wekî tê zanîn Dimilî/Kirmanckî li cihanê di nava zimanên ku ber bi tunebûnê ve diçin de ne. Dema ku ev ziman tê tunekirin zindîkirin û rakirina li ser piyan a ji aliyê televîzyonekî ve tehamul nekirin. Yên ku temaşe kirine dibêjin ku qerekterî siyasî yê vî kanalê tuneye. AKP partiyekî çawa derewîn û partiyekî şerê taybet e careke din derketiye holê. Çewlîg a ku yek ji bajarê ku herî zêde deng girtiye, li vir dengê gel û hestên gel qut kiriye, kilît lêdaye.
'Kûm ketiye û keçel derketiye holê'
TV 10 çima hat girtin? Heke weşangeriya ku ev kanal dike televîzyonekî din bikira dê nehata girtin. Kanala ku tenê têkîldarî elewiyan bernameyan çêdike û mijarên ku elewî eleqedar dibin nîşan dide çima tê girtin? Dixuye ku ev kanala elewiyan ji ber ku elewiyekî ku wekî ew dixwazin nîne hatiye girtin. Çima
Zorak TV hat girtin hûn ji kîjan kurdî bipirsin dikare bibersivîne. Ji ber ku pêşiya asîmîlekirina zarokan hinekî hat girtin! Pêkanînên li dijî çapemeniyê yên di demên dawî de rastiya îqtidara AKP’ê bi her awayî raxistiye ber çavan. Kûm ketiye û keçel derketiye holê.
Selahattîn Demîrtaş gotiye ku hem Zarok TV digirin, hem JIYAN TV digirin piştre jî nezanîna min a kurdî pirsyar dikin. Rast gotiye, Selahattîn Demîrtaş ê ku ji Zazayên Çewlîg-Amedê ye di vî rewşê de çawa asîmîle nebe? Di esasê xwe de piştî van pêkanînên îqtidara AKP’ê yên ku Dimilî/Kirmanckî diaxivin, hemû Elewî dikarin ku li hemberî wan qirkirina çandî tê meşandin li Tirkiyeyê û derve dozê vekin.
'Feresata nijadkuj xwe da der'
Rastiya dewleta tirk a nijadkuj bi girtina van kanalan ve xwe daye dest. Dawiya dawî dewleta tirk û îqtidara AKP’ê ji ber van sûcên xwe dê bê darizandin.
Di vî rewşê de peywira bi xurtikiran têkoşîna demokratîkbûna Tirkiyeyê dikeve li ser milê kurd, elewî û hemû hêzên demokrasiyê.
(sa)