Tuncel: Qatlîama Geverê encama polîtîya AKP'ê ye
AMED (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel diyar kir ku li Geverê ji aliyê polîsanv e qetilkirina 4 sivîlan encama siyaseta ku kurdan wekî sûcdarên potansiyel dibînin e û ev yek derveyî polîtîkaya AKP û gotinên Erdogan nîne.
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek ê piştî 147 rojan ji girtîgehê derket bi Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncelê ve li Buroya Şewirmendiyê ya Navenda Giştî ya DBP'ê ya li Amedê civîna çapemeniyê li dar xist û agahiyên girîng dan raya giştî. YUksek anî ziman ku beriya 5 mehan bi awayekî neqihûhê ligel ku li cem dozger îfadeya wî hebûye jî hatiye binçavkirin û girtin, sedama binçavkirinê jî axaftinên wî yên pêvajoya şer a li Tirkiyeyê û rexnekirina polîtîkayên hikûmetê ya Rojhilata Navîn e. Yuksek bilêv kir ku girtina wî bi temanî siyasî bû.
'OHAL ewil xwe li girtîgehan nîşan dide'
Yuksek wiha got: "Rewşa girtîgehan pir xirab e û agahiya raya giştî tuneye. Em hejmara girtiyên siyasî tam nizanin. Bi deh hezaran kes girtî ne. Ev jî rastiya Tirkiyeyê nîşan dide. Girtiya rojnamegen û akademîsyenan wiha ye. Rewşa girtîgehan niha bi rastî jî ne baş e. OHAL ewil li girtîgehan xwe nîşan dide. Girtîgeh bi raste rast bi pêkanînên OHAL'ê re rû bi rû dimînin û şertên giran dijîn.
Li girtîgehan hemû maf hatine rawestandin. Mafê sohbetê hatiye astengkirin, girtî nikarin bên cem hev. Spor tuneye, hevdîtina bi parêzeran hefteyê careke hatiye sînorkirin. Ew jî li cem gardiyan û bi qeyda kamerayê pêk tê. Ji ber vê yekê jî girtî nikare bi parêzer ne hevdîtinê pêk bîne. Berê girtî jibilî malbatê bi 3 kesan re dikaribûn hevdîtinê pêk bînin lê ev hate astengkirin. Hevdîtinên vekirî 2 mehan careke tê kirin. Mafê axaftina bi telefonê 15 rojan careke tê kirin. Pêkûtiyên psîkolojîk hene. Midûr bi awayekî kêfî tevdirgerin.
Gardiyan û midûr di bin navê ewlehiyê de her tiştî dikarin bikin. Ev pêkanîn tenê ji bo girtiyên siyasî derbasdar in. Ji bo kujer, tacîzkar û tecawîzkaran nîne. Girtiyên siyasî li hemberî vê hekê mafên xwe dixwazin. Ev jî dibe sedama rageşiyan. Rêveberiya girtîgehê her tiştî ji bo xwe mafdar dibîne. Girtiyên nexweş nayên dermankirin. Di qawûşa min de ciwanekî li Edeneyê hatibû girtin hebû. Roviyên wî di nava tiştekî plastîk de li pişta wî ve daliqandine. 8 meh in nikare emeliyat bibe. Bijîşk rapora ez di van şertan de nikarim emeliyat bikim dide. Lê rêveberiya nexweşaxenê bi hinceta ewlehiyê desturê nade. Ev cînayet e. Heke hikûmet van pirsgirêkan çareser nekin dê agahên nebaş bên. Yên ku ji FETO'yê tên girtin em zanîn di girtîgehan de rastî kîjan pêkanînan tên. bi hinceta darbeyê û FETO'yê OHAL û KHK hat pêşxistin. Dibêjin ku ev ji kesên FETO re jî derbas darin lê li ser me hemûyan tê pêkanîn. Girtiyên siyasî van pêkanînan qebûl nakin. Vîn û rûmeta xwe datînin holê. dema wisa dikin di bin hedef. Beriya niha jî li girtîgehan binpêkirinên mafan hebûn, niha gihiştine lûtkeyê. Şert û mercên ji 12'yê Îlonê girantir hene ev rewşek cidiye."
'Em dixwazin di demek kin de Ocalan aza bibe'
Piştre Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel jî da zanîn ku hevalê wan bi awayekî bêhiqûq hat binçavkirin û girtin û wiha pêde çû: "Tişta li pêşiya me û ya jêneveger siyaseta demokratîke. Îro salvegera komploya navneteweyî ye. Em dibînin ku wê demê mudaxeleyî Rojhilata Navîn hatibû kirin. Îro kesên ku tişiya wan di komployê de bûn bi awayekî vekirî derketine holê. ji roja ku birêz Ocalan bi komployê anîn Tirkiyeyê heta roja îro ji bo pêşeroja Tirkiyeyê gelek ked da. Ji aliyê AKP'ê ve ev pêvajo hat xirakirin. Pêvajoya aştiyê ya ku di sala 2013'yan de hat destpêkirin, di nava salek û nîvê de rewşa şer ku niha welat dijî radixe ber çavan. Em dixwazin di demek kin de Ocalan aza bibe. Li Tirkiyeyê çareserî bi pirsgirêkan kurd mimkûne. Di şer de aliyê ku qezenc bike tuneye lê di aştiyê de her kes qezenc dike. Israra Kolombiyayê ya di aştiyê de gelek girîng û bi nirxe. Em hêvî dikin ku di welatê me de jî çareseriyek wiha pêk bê û AKP dest ji van pêkanînên xwe berde."
'Niha Tirkiye bûye girtîgehek ser vekirî'
Tuncel, bal kişand ser qetlîman Geverê jî û wiha domand: "Li Geverê qetlîamek pêk hat. Divê yên bûn sedem ku ev qetlîam pêk bê divê hesab bidin. Ev nîşaneya siyaseta ku gelê kurd wekî sûcdar dibîne ye. Ev ji polîtîkaya AKP'ê û gotinên Erdogan ne cûda ye. Qatlîama Geverê encama polîtîya AKP'ê ye. Yên ku dixwazin şerê navxweyî derxînin ji Geverê destpê dikin. Bi girtina polîsekê nikarin li ser vê bûyerê de bigirin. Divê hêza tarî ya li pişt wê jî bê aşkera kirin. Her roj qetlîmek pêk tê. Dibe jî 10'ê Cotmehê ye. Hêjî qetlîama Enqereyê ne hatiye ronîkirin. Derbarê qetlîamên Enqere Pirsûs, Amed û Stenbolê de tiştekî ber bi çav tuneye. Em dizanin ku ev ji dewletê ne cûdane. Dewlet li şuna pêşiya qetlîman bigire zemîn ji qetlîamê re vekirine. Em pêvajoya ku mafên bingehîn ji holê hatine rakirin de dijîn. Niha Tirkiye bûye girtîgehek ser vekirî."
(sa-mb)