DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Berxwedêrê romana zimanekî qedexe: Mehmed Ûzûn

 
10 Cotmeh
09:18 2016

RÊDÛR DÎJLE

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Mehmed Ûzûn ê beriya 9 salan wefat kir, bi romanûsiya xwe hay ji binheşiya kolektîf a civaka xwe hebû û di wan demên ku tu kesî bawer nedikir dê zimanê kurdî ji bilî zimanê wêjeyeke klasîk wirdetir biçe, bi estetîzmeke xurt, bi qîrîna dengbêjiyeke ku dîroka welatekî li xwe nixumandiye, hem romana kurdî hem jî zimanê kurdî li raya cîhanê dubare da îspatkirin û di dîroka wêjeya kurdî de wek berxwdêrê romana kurdî ya modern cihê xwe girt.

Li ser wefata nivîskar Mehmed Uzun de 9 sal derbas bû. Uzun ê piştî ku salên demdirêj li sirgunê ma û vegeriya Amedê ji ber pençeşêrê di 11'ê Cotmeha 2007'an de jiyana xwe ji dest da li pey xwe ji bo roman û wêjevaniya kurdî valatiyeke mezin hişt. Mehmet Ûzûn ê ku dema berê xwe dide romanê, çavkaniyeke zexm ji xwe re esas digire. Bingeha romana xwe li ser zemîneki dîrokî, kelepûra devkî , wêjeya klasîk a kurdî û her wiha kovarên kurdî yên sedsala 20’em ava dike. Lê Ûzûn ne bi vêbêjiyeke kevn, di navbera duh û îro pirekê ava dike û bi şêweyek modern, vê kelepûrê nexasim vebêjiyê ji xwe re esas digire. Sedema herî mezin a zevtkirina vê şêweyê jî; sirgûn û wê wêjeya ku wî li Ewropayê nas kiriye. Ûzûn, li gor konjuturan tim wê kevneşopiya gelêrî li gor pêdiviyên wêjeyî analîz kiriye û bo romana xwe kiriye bîrek, bingehek.

Yek ji mezinitrîn damezrînerê romana kurdî ye

Çawa ku wêjeya kurdî bi Mehmed Ûzûn dest pê nekiriye, romana kurdî jî pê dest pê nekiriye. Beriya ku Ûzûn hay ji zimanê xwe hebe û dest bi romana kurdî bike, nivîsandina romana kurdî ewil di sala 1935’an de li Yêrîvana Ermenîstanê bi “Şivanê Kurmancan” a Erebê Şemo dest pê dike. Pişt re li Qafqasyayê ji aliyê Erebê Şemo, Eliyê Evdirehman, Heciyê Cindî, Sehîdê Îbo; li Başûrê Kurdistanê Rehîmê Qazî û Îbrahîm Ehmed, li dîasporayê Birîndar, Mahmût Baksî hwd. roman nivîsandine. Lê taybetmendiya ku romana Ûzûnî ji ya van navên diyarkirî cuda dike “modern”bûyîn e. Dema mirov romana kurdî wek a klasîk û ya modern ji hev veqetîn e, ya Ûzûnî di kategoriya ya modern de ye, li gor serdemên xwe bêtir xwe gihandiye civakê û di vê çarçoveyê de mirov dikare bibêje yek mezintirîn damezrînerê romana kurdî ya modern e.


Mehmed Ûzûn ê ku digot, “Ez nivîskarê zimanekî qedexe me” û xwedanê 7 romanên kurdî û bi zimanê kurdî, tirkî û swêdî bi giştî xwedanê 13 lêkolîn, destan-zêmar, antolojî, ceribandin û rojnivîska ye di sala 1953’yan de li Sêwrega Rihayê wek zarokekî eşîreteke mezin tê dinyayê. Dibistana seretayî, navîn û lîseyê li Sêwregê dixwîne. Heta 7 saliya xwe bi tirkî nizane, lê dema dest bi dibistanê dike, di roja ewil a dibistanê de ji ber bi tirkî nizane mamoste sîleyekê lê dide. Têkildarî vê bûyerê Ûzûn di hevpeyvînekê de dibeje ku, ew piştî vê sîleyê fêrî tirkî bûye.

Yekemîn mamosteyên wî yên kurdî Apê Mûsa û Ferît Ûzûn e

Ûzûn di salên 1970’yî de, li nav tevgerên çepgir cihê xwe digire û di Muxtiraya 12’ê Adara 1971’ê de bi hinceta li ser dîwaran dirûşme nivîsandine, di 3’yê adara 1972’yan di 18 saliya xwe de li Sêwregê tevî 28 kesî tê girtin û li Girtîgeha Leşkerî ya Amedê li gel kesên wek Mûsa Anter, Tarik Ziya Ekîncî, Canîp Yildirim, Mehmet Emîn Bozarslan, Edîp Karahan û Îsmaîl Beşîkçî dimîne. Li vê girtîgehê cara ewil, lê bi awayekî cidî nasîna wî û kurdî çêdibe û her wiha yekem car li vir Mûsa Anter û pismamê wî Ferît Ûzûn dersên kurdî didine wî û fêrî xwendin û nivîsandina kurdî dibe.
Piştî ji girtîgehê dertê, ji bo xwendina bilind berê xwe dide Enqereyê. Ûzûn, li vir jî daxilî çalakiyên siyasî dibe û di 1976’an de dibe gerînendeyê weşana Kovara Rizgariyê ya di bin banê Weşanên Komalê de der diçe. Cara yekem nivîs û helbestên xwe yî kurdî di vê kovarê de diweşîne. Lê ji ber wê demê zimanê kurdî qedexe ye, kovar tê desteserkirin û dubare Ûzûn tê girtin. 9 mehan li Girîgeha Leşkerî ya Mamaka Enqereyê dimîne. Dema li dadgehê tê darizandin dozgerê leşkerî di îddianameyê de diyar dike ku ‘Bi navê kurdî zimanek tune ye’ û heqaretê li kurdî dike. Ev heqaret tesîreke zêde li Ûzûnî dikin, ku di hevpeyvînekê de ji bo wê demê wiha dibêje: “Ez bi vî zimanî welidîm. Dê û bavên min bi vî zimanî diaxivin. Dema digotin ‘kurd tune ne, kurdî tune ye’ ez pir pê diêşiyam. Li dadgehê li hemberî vê rewşê mirov dixwest biqîre. Li girtîgehê ji bo ez kurdî wek zimanekî modern di wêjeyê de bi kar bînîm, zêde hestiyar dibûm.”

Di 29 salên xwe yî sirgûniyê de 20 berhem afirandin

Piştî tê berdan, dema dibîne ku dê mehkûmiyeta wî bê tesdîqkirin, berê xwe dide sirgûnê. Ji sala 1977’an heta 2006’an li Swêdê bi cih dibe. Dema li sirgûnê ye li Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê bi kesên wek Cegerxwîn, Osman Sebrî, Rewşen Bedirxan, Îbrahîm Ahmed, Hesen Hişyar û Nûreddîn Zaza re têkiliyê datîne û pêlekê li romana kurdî ya modern dixe. Ku Ûzûn ji bo sirgûniya xwe wiha dibêje: “Heke sirgûn nebûma, min ê bi kurdî edebiyatek neafirandana.” Ûzûn, di qlûba PEN’a Swêdê û ya navneteweyî de cih girtiye, endamtiya Yekîtiya Rojnamegerên Swêdê û Cîhanê kiriye. Ji ber romana xwe yî “Ronî Mîna evînê Tarî Mîna Mirinê” û ceribandina xwe “Kûlûlkên Narê” di sala 2001’ê de hat darizandin û dawiyê beraet kir. Li gel vê Ûzûn li Ewropa, Skandînavya û Tirkiyeyê gelek xelat wergirtin. Li sirgûnê yekem romana wî “Tu” di sala 1985’an de çap dibe, di 87’an “Mirina Kalekî Rind”, di 89’an “Siya Evînê”, di 91’ê “Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê”, di 95’an “Bîra Qederê”, di 98’an de “Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê” û di 2002-2003’an de jî “Hawara Dîcleyê” (2 cîld) tên çapkirin. Li gel van romanan bi kurdî, tirkî û swêdî 13 berhemên wî yên curbe cur jî hatin weşandin. Li gel tirkî û swêdî gelek berhemên Ûzûn li zimanên din hatin wergerandin.

‘Heke mirin be bila li welatê me be, ku şîfa be jî cihê min î şîfayê Diyarbekir e’

Ûzûn di destpêka sala 2000’î de biryarê digire ku vegere Kurdistanê, lê vegera wî di 2006’an de ji ber pençeşêra madeyê lê peyda bû pêk tê û berê xwe ne Riha, lê dide Amedê. Ûzûn di hevpeyvînekê de ji bo nexweşîna xwe û hatina xwe yî Amedê diyar dike ku, Amed çawa ji bo nivîskariya wî bûye hêz û qewet, pêkan e dê ji bo siheta wî jî bibe hêz û quwet û wiha dibêje: “…Rewşa min î tenduristiyê li Ewropayê pir xirab bû. Dixtoran vekirî ji min re digotin emrê te hefteyek, du hefte maye. Yanê divê tu xwe hazir bikî ji bo roja dawî. Îcar hingê min biryar da me got: ‘Hingê em vedigerin welatê xwe.’ Heger mirin be bila welatê me be, ku şîfa be jî cihê min ê şîfayê Diyarbekir e.” Ûzûn li Amedê dema li nexweşxaneyê tedawî dibû, di 11’ê Cotmeha 2007’an de jiyana xwe ji dest da.


(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN