Parlamenterên Ewropî bûn 'destbirayên wekilên' HDP'ê
ENQERE (DÎHA) - Parlamenterên Ewropayê yên li dijî "darbeya destnedayînê" ya ku parlamenterên HDP'ê dane destpêkirin, bi 55 parlamenterên HDP'ê ve bûn "wekîlên destbira" û di kampanyayê de hedef gihîştina 550 parlamenteran e.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî destnedayîna wekîlên wan hat rakirin, ev hewldan wekî darbeya siyasî bi nav kirin. HDP'ê li dijî vê darbeyê di qada navneteweyî de dest bi kampanya piştevaniyê kirin. HDP, di çarçoveya kampanyayê de heta niha di nava gelek parlamentoyên welatên Ewropayê de 55 parlamenterên destbira çêkirin. Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê li welatên Ewropa kampanya meşand û 55 wekil kirin destbirayên HDP'ê. Di çarçoveya kampanyayê de ji parlalentoyên welatên Îtalya, Îngiltere, Swêd, Swîsre, Îskoçya, Almanya, Danîmarka, Fransa û Hollanda bi sedan parlamenter beşdarî kampanyayê bûn. Kampanya ku çend roj berê hat destpêkirin rastî eleqeyek mezin hat. Heta niha 176 parlamenteran navê xwe ji HDP'ê re şandin û xwestin beşdarî kampanyayê bibin. Parlamenterên ku serî li komîsyonê dan bi 55 wekîlên HDP'ê yên destnedayîna wan hatin rakirin re bûn destpira. Komîsyona Têkiliyên Derve bi vê Kampanyayê armanc dike ku di meclîsê de 550 wekîlan bike wekîlên destpira. Kapnaya ku di demek kin de dest pê kir rastî eleqeyek gelek mezin tê.
Kesên beşdarî kampanyayê bûn pêşengên partiyan in
Kesên wekî destpira di nava kampanyayê de cihê xwe girtin kesên wekî Hevserokên Koma Keskan a Parlamentoya Yekîtiya Ewropa Christian Levrat û Rebacca Harms, Seroka Giştî yê Partiya Çep a Swêd Jonas Sjostedt, Serokê Koma Çep a Yekîtiya Ewropa (GUE-NGL) Gavi Zimmer, Serokê Koma Sosyalîst a Parlamentoya Swêd bi armanca piştevaniya Hevserokên HDP'ê Selahattin Demîrtaş û Figen Yuksekdag tev li kampanyayê bûn.
Di çarçoveya kampanyayê de wekîlên HDP'ê yên destnedayîna wan rabûn, ji bo destpira çîroka jiyana wan bi zimanê İngilizî Almanî û Îtalyanî hatin nivîsandin û ji parlamentoyan re hatin şandin. Di kampanyayê de peyama spasiyê jî hat şandin.
(mae)