DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Erdogmuş: Par hevparî, îro qedexe kirin

 
11 Cotmeh
12:05 2016

ENQERE (DÎHA) – Parlementerê HDP’ê yê Amedê Nîmetullah Erdogmuş qedexekirina bîranîna salvegera Komkujiya 10’ê cotmehê şermezar kir got ku yênpar hevpariya komkujiyê kirin îsal bîranîn qedexe kirin.

Parlementerê HDP’ê yê Amedê Nîmetullah Erdogmuş têkildarî qedexirina bîranîna salvegera komkujiya 10’ê Cotmehê ya ku li GAR’a Enqereyê li
dijî Mitînga Aştiyê pêk hat û 101 welatiyan jiyana xwe ji dest dan de nirxandin kirin. Erdogmuş da zanîn ku divê dewletê mafê gel ber bi çav derbas kiriba û rêz dabûya bawerî û nirxên gel û astengî ji bo vê bîranîna roja reş dernixistiba.

‘Îro niheqiyek mezin li civakê hat kirin’

Erdogmuş diyar kir ku êdî tu wateya axftinê tune ye û wiha got: “Edî piştî vê biryar û êrîşên îro yên ku li dijî malbatên ku xwestin salvegera mirina xizmên xwe bi bîr bînin û rastî êrîşên polisan hatin tu wateya axaftinê nema ye. Îro li hemberî civakekê niheqiyek mezin hat kirin. Malbatên ku xwestin cihê ku zarok û xizmên
wan şehîd ketin bi bîr bînin rastî bêhiqûqiyekî mezin hatin. Divê dewletê ji bo wan astengî dernexistbûyana û ji bo bîranînê alîkarî dabûyana welatiyan.“

‘Daxwaza wan tenê aştî bû’

Erdogmuş destnîşan kir ku daxwaza welatiyên şehîd ketin tenê aştî bû û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Yên par şehîd ketin tenê aştî dixwestin. Lê em îro dibînin salvegera komkujiyê de astengî ji bo bîranîna şehîdên aştiyê derdixin. Bi rastî ez ji bo şehîdkirina par 101 kesî gelek dil xemgîn bûbûm. Lê îro ji bo
qedexekirina bîranîna wan ez gelek zêdetir xemgîn bûm. Niheqî îro tenê malbatên wan na hemû gelê Tirkiyeyê hat kirin.“

‘Par hevparî kirin îsal qedexer kirin’

Erdogmuş da xûyakirin ku yên îro qedexe derxist par hevpariya qetlîamê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yên ku îro ji bo bîranîna şehîdên komkujiya 10’ê Cotmehê qedexe îlan kirin, par hevparî û alîkariya komkujiyê kirin. Kê dibe bila bibe yên ku ji bo wan kesên ku xwestin xizmên xwe bi bîr bînin astengî derxistin rêza wan a nirxên mirovahiyê tune ye. Em hemû dizanin par hevpariya komkujiyê kirin îsal bîranîn qedexe kirin.“

‘Roj roja xwedî derketina mirovahiyê ye’

Erdogmuş bal kişand ser reng û dengên mirovahiyê û wiha pêde çû: “Divê îro mafê mirovahiyê hatibûya parastin. Yên ku îro dihatin bi bîr anîn baweriya wan çibe bila bibe divê her kes rêz dabûya baweriya wan û astangî ji bo wan dernexistibûya. Îro roj roja xwedî derketina baweriya mirovahiyê bû. Lê mixabin çawa ku tehemûla hikûmetê fikrên cûda tune ye, îro tehemûla wan a bawerî û nirxên civakê jî tune ye.“

‘Dêviya ku ev roj wekî rojek taybet hatiba îlankirin’

Erdogmuş, sakna dewletê ya li hemberî 10’ê Cotmehê jî şerxe ki rû got: "Diviya bû li Tirkiyeyê wekî rojek taybet bihata îlankirin. Ev bûyer kîjan dewletê hatiba kirin, dê li wir wekî rojekî taybet hatibûya îlan kirin. Divê hikûmetê cûdahiya ol, baweriya siyasî, nirx û partiyan nekiriba û ji bo bîranînê cem malbatên şehîdan cih girtiba û êşa wan wekî êşa xwe dîtiba. Lê me îro careke din dît ku hikûmetê mafê gelê demokrat binpê kir û nirxên ola îslamê neanî cîh.“

‘Em nahêlin ala we bikeve erdê’

Erdogmuş herî dawî banga xwedî derketina nirxên mirovahiyê kir û wiha got:“Dibe ku îsal nehiştin malbatên dil xemgîn û dil êş xizmên xwe bi bîr bînin. Ji bo ku ev roj wekî roja dij nirxên mirovahiyê di rûpelên dîrokê de cih bigire divê ku em hemû bibin yek û vê rojê hemû salan bi bîr bînin û yên ku ev komkujiî pêk anîn şermezar bikin. Em jî soz didin şehîdên ku di riya azadiya gelan de jiyana xwe ji dest dan em nahêlin ala ku wan emanet me kir bikeve erdê û di her tim ev al bilind bimîne.“

(fd/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN