‘Operasyona li dijî HDP DBP'ê têkçûna AKP'ê ye'
AMED (DÎHA) - Di operasyonên qirkirina siyasî ya li dijî DBP û HDP'ê de bi sedan hevserok û rêveberên HDP û DBP'ê hatin girtin. Wekîla HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca, diyar kir ku girtina rêveberên HDP'ê avakirina bingeha wekîlên HDP'ê ye. Cîgirê Hevserokê Giştî yê DBP'ê Seydî Firat jî anî ziman ku girtina rêveberên HDP û DBP'ê têkçûna AKP'ê ye.
Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî ya li dijî siyasetmedarên kurd de li Wan, Amed û Colemêrgê bi sedan kes hatin binçavkirin. Li Amedê 55 endam û hevserokên HDP û BDP'ê hatibûn binçavkirin. Li Wanê jî 47 rêveber û Hevserokên HDP û DBP'ê hatin binçavkirin. Têkildarî girtin û binçavkirina rêveberên HDP û DBP'ê wekîla HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca bertekên xwe anîn ziman û diyar kir ku hikûmet bi girtina hevserokên DBP û HDP'ê yên bajar û navçeyan amadekariya girtina wekîlên HDP'ê dike. Uca, anî ziman ku 59 kes li Amedê hatin binçavkirin. Di operasyonên kirkirina siyasî ya 2009'an de li Dêrsim, Bedlis, Wan, Colemêrg, Amed û gelek bajarên Kurdistanê bi hezaran siyasetmedar hatibûn girtin. Uca, anî ziman ku AKP dixwaze dîsa bi hinceta darbeya 15'ê Tîrmehê û darbeya cemaet û Gulen kurdan ji nava siyasetê tasfiye bike û wiah got: "Dixwazin bijarte û vîna gelê kurd binçav bikin bigirin û kurdan ji siyasetê dûr bixin. Dixwazin gelê kurd bê vîn û siyaet bihêliin. Ji ber vê yekê hevserok û rêveberên DBP û HDP'ê binçav dikin û digirin. Ji niha de bi girtinê bingeha girtina wekîlan amade dikin. Divê gel û siyasetmedarên xwe bi hevre li dijî girtin û binçavkirinê bertek û sekna xurt nîşan bide. Divê gel û siyasetmedar bi hevre têkoşîna xwe mezin bike û xurt bike.
Firat: Ji ber aciz in êrîş dikin
Cîgirê Hevserokê Giştî yê DBP'ê Seydi Firat jî bertek nîşanî girtin û binçavkirinê da û wiha got: "Di salên 2009'a de bi operasyonên "KCK"ê xwestin siyasetmedarên kurd ji siyasetê dûr bixin. Lê bi van operasyonan bi ser neketin. Niha dixwazin bi rêbazên din kurdan ji siysaetê dûr bixin. Ev acizbûn û lawaziya wan nîşan dide. AKP li dijî vîn, hilbijêr û bijarteyên kurd êrîşan pêk tîne. Ev êrîşa li dijî vîna kurd têkçûna hikûmeta AKP'ê nîşan dide. Dixwaze bi van girtinan DBP û HDP’ê li dijî siyasetê bihêle.
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu çend roj berê got "Em dê bê rahm bin û berê êrişên xwe dan kurdan. Bi OHAL û KHK’ê li dijî kurdan şerê giştî daye destpêkirin. Lê çi dibe bila bibe em dê li dijî vê faşîzmê têbikoşin û ev faşîzm dê bi ser nekeve."
(mae)