Demîrtaş: Nikarin dîktatoriyê bi navê demokrasiye bidin qebûlkirin
YASİN KOBULAN
STENBOL (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş, têkildarî polîtîkayên hikûmetê yên Dîktatoriya Parlementer û dîktatoriya bi navê Sekordewletiyê de nikarin bi wekî demokrasiye bidin qebûlkirin.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, daxwazên Serokwezîr Binali Yildirim ên Qanûna Bingehîn a Nû û Pergala Serokdewletiyê ku bînin rojeva meclîsê nirxand. Demirtaş, ku li Stenbolê beşdarî hin bernameyan bû, têkildarî daxwazên Serokwezîr Binali Yildirim pirsên DÎHA bersivandin.
'Di bin navê Serokdewletiyê de dîktatoriyê ava dikin'
Demîrtaş, anî ziman ku di bin navê Serokdewletiyê de li Tirkiye bingehê diktatoriyê hat avakirin û wiha got: "Ev dîktatorî bi piştgiriya MHP û CHP'ê ava kirin. Niha dixwazin zagonan buguherînin û vê pergala Serokdewletiyê rewa û zagonî bikin. Dixwazin dîktatoriyê bikin zagonî û kirasê zagonî li vê pergalê bikin. Em her dem dibêjin model çi dibe bila bibe naveroka wê li dijî demokrasiyê ye. An dîktatoriya Parlementer an jî Diktatoriya Serokdewletiyê heman tişt e. Nikarin dîktatoriyê bi navê demokrasiye bidin qebûlkirin.
'Em dê li dijî faşîzmê di ber xwe bidim'
Demîrtaş, anî ziman ku sekna wan a li hemberî pergala dîktatoriyê diyar e û ew dê her dem li dijî pergal, hişmendî û polîtîkayên dîktatorî û fazîzmê têbkoşin. Demîrtaş, da zanîn ku dibînin hikûmet û MHP di odeyên girtî de rejîma dîktayê ji nûve ava dikin. Em dê her dem li dijî faşizmê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Weki HDP'ê helwesta me her dem zelal e."
(mae)