Tugluk bersiv da Serokwezîr: Em li vir in
AMED (DÎHA) - Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP'ê Aysel Tugluk, operasyonên qirkirina siyasî ya li dijî HDP û DBP'ê bertekên tund nîşanî hikûmetê da û wiha bersiv da Serokwezîr Yildirim: "Em li vir in. Em naçin tu deveran."
Rêxistina HDP'ê ya Amede piştî operasyona qirkirina siyasî û serdegirtina avahiyên HDP û DBP'ê yên Amed û navçeyên wê, li avahiya xwe ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civinê de Cîgira Hevseroka Giştî ya HDP'ê Aysel Tugluk, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, Wekîlên HDP'ê yên Amedê Feleknas Uca, Ziya Pir û Îmam Taşçier, Cîgirê Hevserokê DBP'ê Seydi Firat û rêveberên DBP û HDP'ê yên Amedê amade bûn. Tugluk, di civîna çapemeniyê de diyar kir ku şevê din polîsan bi ser avahiyên hemû rêxistinên DBP û HDP'ê yên Amed û navçeyên wan de girtin û wiha got: "Di 11'ê Cotmehê de li Amedê der barê 60 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn û jê 59 kes hatin binçavkirin. Li dijî endam û rêveberên DBP û HDP'ê lêgerîn û binçavkirinên neheq û bê hiqûq hat kirin. Piraniya wan hevserokên rêxistinên navçe û bajaran in. Hemû alav û amûrên ku ne delîlên sûc in tev hatin desteserkirin.
'Serokwezsîr û Serokomar em kirin hedef'
Tugluk, anî ziman ku wekî hevparên partiyê vê operasyonê tiştekî asayî nabînin û wiha got: Piştî Serokomar û Serokwezîr em kirin hedef li dijî me operasyon pêk hat. Li ser fermana serokomar dixwazin siyaseta kurdan tasfiye bikin. Bi helwestek dijminantî nêzîk dibin. Starta dijminantiyê dan û hevserokên rêxistinên navçe û bajarên me girtin. Ji bo binçavkirinê rewa bikin bi ser sazî û rêxistinên me de digirin. Em di nava pêvajoyek talûke re derbas dibin. Her hevalekî me yê hat binçavkirin nûner û vîna vî gelî ye. Dixwazin me ji siysaetê dûr bixin û ji siyasetê paqij bikin."
Tuguk, bertek nîşanî helwesta Serokwezîr Bîn Alî Yildirim da û wiha got: "Serokwezîr dibêje 'Em dê terorîst û kesên piştgiriyê didin wan ji welatê xwe paqij bikin' Lê em jî dibêjin em li vir in. Em bi tu deveran ve naçin. Em dê her dem rastiyan bidomînin. Ev polîtikayên qirêj heri zêde zerarê didin Tirkiye. Em dê tekoşîna azadî, demokrasî û aştiyê li ser axa xwe berdewam bikin.
Banga saziyên demokrasiyê
Tugluk, herî dawî bang li hemû sazî û hêzên demokrasiyê kir û wiha got: "Ev operasyon nîşan dide ku dê berdewam bike. Dixwazin heta wekilan jî binçavbikin. Ev berdewama komkujiya siyasî ye. Dixwazin bi van operasyonê dengê hemû siyasetmedar û kesên muxalif qut bikin. AKP tixwaze pergala yek ziman, yek nasname, yek bawerî û yek netewê pêş bixe."
Cîgirê Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Aslan jî anî ziman ku dixwazin dengê hemû kesên muxalif qut bikin û wiha got: "Em weki siyasetmedar heta niha rastî zext û êrîşen gelek dijwar hatin. Me di ber xwe da em dê dîsa diber xe bidin.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Fırat Anli jî ani ziman ku Enqere hiş û aqilê xwe winda kiriye û wiha got: "Di vê pêvaoya ku welatên cîhanê dixwazin bi riya diyalog û muzakereyan pirsgirêkan çareser bikin Siyaseta Enqereyê bi komkujiyê dixwaze çareser bike û ev ji bo Tirkiye întîhar e. Em dibêjin dest ji komkujiyê berdin û destê xwe ji vê siyaseta qirêj bikişînin. Komkujiya 2'ê Adara 94'an hêj didome. Di salek dawî de 2 hezar û 500 siyasetmedarên me hatin girtin. Lê tiştek neket destê wan. Nekarîbû vîna me bişkînin. Dê nikaribin bi girtin, qeyûmê tiştekî bi dest bixin. Em bang li gelê xwe dikin û em dibêjin em bi hevre li dijî vê komkujiyê dengê xwe bilind bikin."
(mae)