DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Qanûn li gor pêdiviyên îktîdarê tê amadekirin

 
14 Cotmeh
09:15 2016

ENQERE (DÎHA) - Li Tirkiyeyê mijara Qanûna Bingehîn a ku bi dehan sal e ji aliyê civakê ve tê daxwazkirin û tim dibe amûra siyasetê, derket holê ku careke din jî ne li gorî pêdiviyên civakê, dê wekî metneke li gorî pêdiviyên îktîdarê bê sererastkirin.

Daxwaz û lêgerîna civaka Tirkiyeyê ya bi dehan salan ku “Qanûna Bingehîn nû û demokratîk e" bi daxuyaniyên AKP’ê yên arasteyî pergala serokatiyê ber bi merhaleyeke nû ve diçe. Qanûna Bingehîn ku heta niha li Tirkiyeyê hatine amadekirin, bi piranî ji jorê û ji aliyê burokrasiya leşkerî ve hatine amadekirin.

Tu Qanûna Bingehîn jî ji bo gel nehatiye amadekirin

Qanûna Bingehîn ewil a Sened-î Îttîfak a ku di 1808’an de ket meriyetê, bi mebesta ku li deverên herêmî otorîteya navendî zexmtir bike hatibû amadekirin. Sened-î Îttifaka ku ji aliyê Mahmûdê II’yemîn ve hat amadekirin, di sala 1839’an de ji aliyê Mûstafa Reşît Paşa veguherî Fermana Tanzîmatê. Metna ku herî nêzî roja ya îroyîn e, Qanûn-î Esasiy e ku di 1876’an de hat derxistin. Ferman û Qanûn-î Esasî, wek OHAL’a îroyîn, mafê rayeya ku dê “Qanûna Bingehîn bê pasîfkirin” dabû padîşah.

Qanûna Teşkîlatî Esasiye ya ku di 20’ê çileya 1921’ê hat derxistin, her çiqas di şert û mercên şer de hatibe derxistin jî heta niha Qanûna Bingehîn a herî demokratîk e û muxtariyeta herêman di xwe de diheband. Lê di 1924’an de hat guhertin û li şûna wê makezagoneke tekbûyî cih girt. Her du Qanûnên Bingehîn jî di şertên şerî de hatin derxistin û ji aliyê burokrasiya leşlerî vê hatin amadekirin.

Paşê di 27’ê gulana 1960’î de ji aliyê Komîteya Yekîtiya Neteweyî ve Qanûnek Bingehîn hat amadekirin. Pişt re bi derbeya 1980’yî re Qanûna Bingehîn a cûntayî ya 82’yan hat amadkeirin. Ji wê rojê ve niqaşên makezagonê heta niha didomin.

Roja ku AKP derket Çankayayê Qanûna Bingehîn a xwe çêkir

Lêgerînên Qanûna Bingehîn herî zêde ji 2007’an ve destpêkir û hema bêje bû taahhuda hemû hilbijartinên ku pêk hatin. Piştî bi hilbijartinên Serokomariyê re Koşka Çankayayê dest guherand, ji kemalîstan derbasî AKP’ê bû. AKP jî weada ku dê pergalê demokratîktir bike pêşnûmaya Qanûna Bingehîn amade kir. Bi serokatiya Prof. Ergun Ozbûldan komîsyona Qanûna Bingehîn a AKP’ê hat avakirin û pêşnûmaya Qanûna Bingehîn a ku hat amadekirin teslîmî Alîgirê Serokwezîr yê wê demê Dengîr Mîr Mehmet Firat hat kirin. Di pêşnûmaya ku wê demê AKP amade kiribû de, hin hukmên wek zexmkirina pergala parlementeriyê di xwe de dihewandin.

Platform hatin avakirin

Bi vê serdemê re lêgerîn zêde bûn. Li Tirkiyeyê gelek hawirdor daxilî xebatên makezagonê bûn û geleke tevgerînên wek Platforma Jinan a Makezagonê, Platforma Makezagonê ya Demokratîk, Konseya Platformên Makezagon û Huqûqê, Platforma Makezagonê ya Tirkiyeyê, Tevgera Makezagona Demokratîk derketin holê.


Referandûma 12’ê îlonê jî li gor pêdiviyên AKP’ê bûn

AKP bingeha ku tiştên niha xwe didin der amade der, di 12’ê îlona 2012’an de bi navê “pakête mînî ya makezagonê” amade kir. WÊ demê CHP û MHP di eniya “na” yê de cih digirtin, DTP jî ji bo gehuerîna makezagonê guherînên radîkal pêşniyar kiribû. Lê belê daxwazên DTP’ê dema nehatin qebûlkirin, wan jî referandûmê boykot kir. Gelek akademîsyen, nivîskarên lîberal û hawirdor gotibûn “têr nake lê dîsa jî erê” û bi vî awayî li gel AKP’ê cihê xwe girtibûn.

Îttîfakên CHP, MHP û AKP’ê rewş anîn vê astê

Di 2012’an de li meclîsê ji aliyê AKP, CHP, HDP û MHP’ê ve komîsyona qanûna bingehîn a temsîliyeta wekhev hat avakirin. Li gel ku li ser zêdeyî 60 maddeyî lihevkirinek xwe dabû der jî, di warê gelek maddeyên ku pirsgirêka kurd eleqedar dike AKP, CHP û MHP şerh danîn. Pişt re komîsyona qanûna bingehîn hat belakirin. Piştî hilbijartinên dawî, dîsa ji her çar partiyan komîsyona qanûna bingehînn hat avakirin. Lê ji aliyê Serokê Meclîsê yê AKP’yî ku bi piştevaniya MHP’ê hatibû hilbijartin, hat pelaştin û fesixkirin. Pişt re HDP ji komîsyonê hat derxistin û ji aliyê CHP, AKP û MHP’ê ve komîsyonek hat amadekirin. Hîn di nav her 3 partiyan de mutabaqatên Yenîkapi, Beştepeyê dihatin kirin, herî dawî Serokwezîr Bînalî Yildirim li xwe mikur hat û got derdê wan “pergala serokatiyê” ye û daxuyand ku ew ê pêşnûmaya qanûna bingehîn a ku amadekiribûn di demeke kurt de bînin meclîsê.

Propagandaya CHP’ê û rastî

AKP’ya ku bi piştevaniya CHP û MHP’ê niyeta xwe yî rastîn a arasteyî qanûna bingehîn daxuyand, diyar bû ku bê bi kî re îttifaq kiriye. Halbûkî beriya hilbijartinên 7’ê hezîranê û 1’ê mijdarê, bi taybetî jî CHP propagandaya “ HDP û AKP’ê bazariya serokatiyê dikin, heke bikevin meclîsê wê piştevaniya serokatiyê bikin” dikir.

Heman HDP bi sekna xwe yî li dijî serokatiyê, ji aliyê AKP’ê ve hat cezakirin, destnedayîna parlementrên wê hat betalkirin, li dijî kurdan şer hat îlankirin. CHP û MHP’ya ku HDP’ê tawanbar dikirin, di her platformê de li gel AKP’ê cihê xwe girtin.

Kesimên eleqedar ên ku balê dikişînin ser qanûna bingehîn jî, diyar dikin ku derdê AKP’ê ne makezagoneke civakiyî ye, ji bo pêdiviyên xwe “zemîneke huqûqiyî” ava dike.

Derdê wan ne makezagon, serokatî ye

Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen ê ku berê demekê dirêj pêşengiya Tevgera Qanûna Bingehîn a Demokratîk kir û di 2012’an de li parlementoyê di komîsyona ku hat avakirinde xebat dimeşandin got, lêgerînên makezagonê ji aliyê partiya îktîdar ve bûne qurbana “hesabên siyasî” û dest nîşan kir ku armanc û lêgerîn ne ji bo pêdiviyên civakê yên qanûna bingehîn, li ser daxwazên qanûna bingehîn pêdiviyên xwe li civakê ferz dikin. Bîlgen diyar kir ku, ev ji 2007’an ve di nîqaşên qanûna bingehîn xwe dane der û got, “kengî daxwaza qanûna bingehîn ber bi encamê ve biçe” bi heman hewldanan tê sabotekirin.

Bîlgen di mijara serokatiyê de balê kişand ser lihevkirina AKP û MHP’ê û dest nîşan kir ku, li vir aramenc ne lêgerîna çêkirina qanûna bingehîn ye, li gor pêdiviyên îktîdarê sepandina pergala serokatiyê ye.

Huqûqnasê Qanûna Bingehîn ê ku nêzî tezên AKP’ê ye jî diyar dike ku, sepandina pergala Serokatiyê girêdayî nêzîkatiye CHP û MHP’ê ye. Kuçuk di xebatên xwe de dest nîşan dike ku, têkildarî pergala serokatiyê de di serê civakê de gelek pirs hene û wiha dibêje:

“Ez çûm gelek deveran, li her derî pergala serokatiyê ji min hat pirsîn. Behsa hin şik û gumanan dikin.

Pergala serokatiyê hîn jî nayê zanîn, ji bo ev bê fêmkirin divê li her bajarî arasteyî tabanê xwe faaliyetên danasînê pêk bên. Divê hin pirsên sereke bên tespîtkirin, mijarên ku bi awayekî negatîf xwe didin der xebat bên kirin. Divê ev bi her awayî bê çareserkirin.

Derbareyê tabanê AKP’ê de jî pirsnîşan hene. Tabanê AKP’ê dibeje heke pergala serokatiyê were, dê Avahiya Fedaral xwe bide der û bi vî awayî dê Tirkiye perçe bibe.

Heke pergala serokatiyê were dê dîktatorî xwe bide der. 7-8 pirs û gumanên bi vî rengî hene. Başkanlık sistemi geldiği zaman diktatörlük olacak. Buna benzer 7-8 soru ve kaygı var.”

Kuçuk pirsa ku, dê daxwazên kurd, elewî û kesimên civakî yên din di makezagonê de cihê xwe bidigirin an na jî, wiha dibersivîne:

“Divê bes pergala serokatiyê neyê nîqaşkirin. Mesela divê di vê qanûna bingehîn de pergala hikûmetî, Dadgeha Bingehîn, HSYK çawa bên sererastkirin, maf û hurriyetên din çawa bên sererastkirin. Divê ev bi awayekî yekpareyî bên nîqaşkirin. Partiyên siyasî dibêjin pêdivî bi qanûna bingehîn durûyî heye, bi rastî jî vê dixwazin an na, hîn jî nediyar e. DYA jî di 1787’an de civiya. Lê ewqas îxtilafî hebûn, lê biqasî asta mehkûmiyetê pêdivî pêhebû, lê hemû îxtilafî nîqaşkirin û ji derheqê wan derketin. Li cem me jî efendim kurd, elewî vê dixwazin… Heke ev pêdivî bi cih bên, dê ev prisgirêk ji holê rabin. Lê hin partî ji vê qanûna bingehîn kêfxweş in. Naxwazin ev qanûna bingehîn bê guherandin. Di warê samîmiyeta hin partiyên siyasî de jî, pirsgirêk heye.”

(red)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN