Demîrtaş banga tekoşîna gelan kir
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di kongreya Syriza de bang li hemû gelên cîhanê kir û xwest hemû gelên cîhanê li dijî faşîzma gerdûnî bibin yek û têkoşîna xwe bilind bikin.
Li Yûnanîstanê Syriza 2'yemîn Kongreya xwe ya Asayi pêk anî. Kongre dê heta 16'ê Cotmehê berdewam bike. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê PYD'ê Salih Muslim, endame Polîtburo ya YNK'ê Mele Bahtiyar amade bûn. Endamê Lijneya Navendîya Syriza Panos Rigas axaftina vekirinê kir. Pişter Serokwezirê Yewmenistanê Aleksis Çipras, li ser xebat û projeyên hikûmetê û partiya xwe rawestiya. Çipras, diyar kir ku ew dê bi kongreyê partiya xwe nû bikin.
Demirtaş banga tekoşîna hevpar a gelên cîhanê kir
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selehattîn Demirtaş jî di kongreyê de axivî û diyar kir ku Yewmenîstan di pêvajoyek gelek zor û dijwar re derbas dibe û hikûmeta Syriza ji bo pêşeroja Yewmenîstan rolek dîrokî daniye ser milê xwe. Demirtaş, bang li hemû gelê cîhanê kir û xwest li dijî faşizm û metîngeriya global hemû gel bibin yek û têkoşîna hevpar pêş bixin.
Ciwanen Yewmenîstan jî bi siloganên xwe banga têkoşina hevpar kirin. Hevserokê PYD'ê Salih Muslim û Emdamê Polit Buro yê YNK'ê Mele Bahtiyar jî dê axaftinan bikin.
(mae)