DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Heteya DBP'ê bi Serokê Parlamentoya Katalonyayê re hevdîtin pêk anî

 
14 Cotmeh
14:35 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Alîkarê Hevserokê Giştî yê DBP'ê Ramazan Tunç û Hevserokê GABB'ê Tuncer Bakirhan bi Serokê Parlamentoya Katalonyayê Carme Forcadelli Lluis re hevdîtin pêk anî.

Alîkarê Hevserokê Giştî yê DBP'ê Ramazan Tunç, Hevserokê GABB'ê û Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan bi daweta fermî ya Partiya Yeketiya Katalonyayê (CUP) çûn Katalonyayê. Her du nûner li ser navê DBP'ê bi Serokê Parlamentoya Katalonyayê Carme Forcadelli Lluis re hevdîtin pêk anî

Bakirhan, diyar kir ku têkoşîna gelê Katalonyayê gelek girînge û wiha got: "Em piştgirî didin mafê tayînkirina qedera xwe ya gelê Katalonyayê."

Ramazan Tunç jî anî ziman ku pira piştgiriyê ya di navabera gelan de girînge û wiha pêde çû: "Ji bo piştgirî bê xurtkirin divê em di nava têkiliyan de bin. Gelê kurd li Rojhilata Navîn li hemberî dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê têkoşînek pê hempa dide û girîngiya vê li holê ye. Di têkoşîna demokrasî û aştiyê de pêwîstiua me bi piştgiriya her kesê heye."

Hevdîtinên heyetê yên bi komên din ên li Parlamentoya Katalonyayê re berdewam dike.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN