Mutefîkên AKP’ê yên berê niha girtî ne
ENQERE (DÎHA) – AKP’ya ku daxwaza qanûna bingehîn a civakê li gor pêdiviyên xwe disêwirîne, di referandûma 12’ê îlonê de bi piştevaniya lîberalan gavekê nêzî pergala serokatiyê bûbû, niha jî bi piştevaniya netewperest û ergenekonciyan dixwaze xwe bigihîne vê pergalê. Lê belê gelek lîberalên ku di referandûma 12’ê îlonê de gotibûn “têr nake, lê erê" û piştevaniya AKP’ê kiribûn, niha gelekê wan di girtîgehê de ne.
Piştî nîqaşên Serokwezîr Bînalî Yildirim ên têkildarî qanûneke bingehîn û pergala serokatiyê, xebatên qanûna bingehîn ên ev demeke dirêj e ne di rojevê de bûn, careke din ketin rojevê.
Ji MHP’ê piştevaniyeke tam
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî yê piştî hilbijratinên 7’ê hezîranê ku cara ewil wî 1’ê mijdarê telafûz kir û daxwaza hilbijartineke nû kir, dema piştî hilbijartinên 7’ê hezîranê îktîdar ji destê AKP’ê derket dubare firsend da AKP û di serokatiya meclîsê de piştevaniya AKP’ê kiribû. Bahçeliyê ku di her firsendê de piştevaniya AKP’ê dike wiha gotibû: “Serokomar sînorên xwe yî rayeya qanûnî bin pê dike, wê demê sererastkirinekê çêbikin da em dev ji van nîqaşan berdin.” Piştî van gotinên Bahçelî, AKP di peyda bersiv da. Piştî van gotinan bi rojekê Serokwezîr Yildirim spasiya Bahçelî kir û wiha got: “Amadekariyên me yî serokatiyê temam in, em ê di demeke kurt de bînin meclîsê.”
Ji CHP’ê piştevaniyeke neyekserî
AKP pergala serokatiyê ya ku sêwirandiye û dixwaze bi guherandina qanûna bingehîn bîne meclîsê, herî zêde ji aliyê MHP’ê ve rastî piştevaniyê tê. Her wiha CHP’a ku ji bo pergala serokatiyê beriya hilbijartinên 7’ê hezîranê berê tîrên xwe dabû HDP’ê, beşdarî komîsyona qanûna bingehîn ya ku HDP’ê jê hatibû derxistin bûbû û bi awayekî neyekserî piştevaniya nîqaşan kiribû. CHP’a ku di vegotinê de li dijî pergala serokatiyê ye di mutabaqatên Yenîkapi, Beştepeyê de, zemîna pergala serokatiyê ya ku AKP dixwaze berpêş kiribû. CHP û MHP’a ku beriya çend salan gotibûn dê HDP “piştevaniya pergala serokatiyê bike” û wê wek “piştevanê AKP’ê” lanse kiribûn, piştî demekê ew bi xwe li cem AKP’ê bi awayekî “nîzamî” cih girtin û li gel vê HDP hîn jî hedefa hemû partiya ye û rastî êrîşan tê.
Perînçek û ekîba wî di dewrê de ne
Di xebatên qanûna bingehîn ên serdema nû û amadekiriyên pergala serokatiyê de, MHP bi awayekî aşkere, CHP bi awayekî neyekserî dikin. Li gel vê muttefîk û piştevanê AKP’ê yê din jî, Ergenekoncî, Partiya Karkeran û Koalîsyona Kizil Elmayê ne. Piştî hewldana Partiya Karkeran (ku niha navê wê Partiya Vatanê ye) û Koalîsyona Kizil Elmayê “hevparê nedîbar/nexuya” yê îktîdara nû ne û wê peywira ku berê cemaet ji bo AKP’ê dikir niha ew bi xwe dikin. Ev koalîsyona ku li derveyî welat li ser navê AKP’ê wek “kesimeke cuda” dîplomasiyê bi rê ve dibin, li DYA û Ewropayê ji bo girtina rojnamgeran berê çawa cemaet tevdigeriya niha ew bi heman şiklî tevdigerin û dibêjin “ev ne rojnameger in” û bi vî awayî dixwazin îktîdara AKP’ê paqij bidin der. Her wiha ev koalîsyon di warê polîtîkayên arasteyî Iraq, Cerablûs û Mûsilê de jî li ser navê AKP bi awayekî çalak tevdigerin. Di serdema nû de hema bêje Erdoganî Wezareta Karên Hundir spartiye vê kesimê. Herî dawî Dogû Perînçek û ekîba wî li ser navê AKP’ê bi rejîma Sûriyeyê û Esed re hevdîtin pêk anîn.
Kujerê Gezmîşî bazariyê dike
Partiya Karkeran, di heman demê de di warê pergala serokatiyê de li ser navê AKP’ê “dîplomasiya civakî” jî dimeşîne. Her çiqas ev ekîb di xuyangiyê de xwe wek “li dijî pergala serokatiyê” bide der jî, lê parêzînên AKP’ê yên di vî warî de xuyangtir dikin. Her wiha di serê vê ekîba ku bi AKP’ê re bazariya qanûna bingehîn dike de Alîgirê Serokê Giştî yê Partiya Vatanê û Serokê Tevgera Qanûna Bingehîn a Mîlî Hasan Korkmazcan ê ku tiliya wî di dardakirina Denîz Gezmîş wan de ye. Di navbera vê ekîbê û AKP’ê de li gel bazariya parvekirina dewletê û beramberî Serokatiyê, bi awayekî tund înkarkirina kurdan tê meşandin.
Li gel van hemû bazariyan wisa dixuyê ku dê AKP di demek kurt de bigihêje armanca xwe. Lê belê heke niha bi awayekî aşkere di vê astê de Serokatî tê axaftin û îfadekirin, ji ber Referandûma Qanûna Bingehîn a 12’ê îlona 2012 ye. Wê serdemê di guherîna qanûna bingehîn a ku bi awayekî berfireh hatibû amadekirin de, sererastkirinên di warê daraza û artêşa ku dihat diyarkirin dê dmeokratîktir bibe, hatibûn kirin. Lê belê piştî wan sererastkirinan daraz jî û artêş jî bûbûn navenda cemaetê û ev bi heldana derbeya 15’ê Tîrmehê xwe dabû der.
Li gel hemû rexeneyan jî lîberalan piştevaniya guhertinên pêk hatin, kirin. Heta di referandûmê de ev kesim ji bopiştevaniya argumanên AKP’ê kampanyaya “Têr nake, lê belê” dabûn destpêkirin. Wê ekîba ku kampanya dimeşand, piraniya wan bi hinceta “piştevaniya derbeyê kirine” hatin girtin û niha di girtîgehê de ne.
AKP’a ku hemû alîgirên xwe veguherand “dijminan” û wan ceza dike, niha bi pergala serokatiyê gefan li hemû civakê dixwe. Her hal ji ber vê ye ku, Prof. Ergun Ozbûldan ê i 2007’an de pêşnûmaya qanûna bingehîn a AKP’ê amade kir, tim diyar dikir ku ew li dijî pergala serokatiyê ye. Her çiqas Ergun Ozbûldan ji ber nêvenga niha diyar dike ku ew ê “neaxife” jî, lê hîn jî dijberiya xwe yî ji bo pergala serokatiyê dide der.
(red)