Baydemîr: Em bi hêvî ne di nêz de xebara xêrê bistînin
ŞIRNEX (DÎHA) - Parlementerê HDP’ê Osman Baydemîr ê bi heyeta HDP’ê re çû Başûrê Kurdistanê, têkildarî hevdîtinan got: “Em ji hevdîtinan bi hêvî ne û hêvî dikin ku em ê di demek nêz de xebera xêrê bistînin.”
Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr ê di nav Heyeta HDP’ê ya çû Başûrê Kurdistanê de cih girt, têkildarî hevdîtinan Baydemîr anî ziman ku, wek HDP’ê armanca wan î sereke zexmkirina huqûqa biratiyê ya di navbera Başûr û Bakur de bû û got, armanca din a serdanê jî, ji bo berterefkirina êrîşên li Rojhilata Navîn, bi taybetî yên li dijî gelê kurd û ji bo tifaqiya di navbera gelê kurd de çêbibe bû.
‘Ji bo çareserkirina pirsgirêkê xebatên esasî divên’
Baydemîr anî ziman ku, serdana wan î 4 rojan bi elaqeyeke zêde domiyaye û bi awayekî zaf samîmî hatine pêşwazîkirin. Baydemîr da zanîn ku wan bi hemû partî û pêşengên qenaetî yên Başûrê Kurdistanê re hevdîtin pêk anîne û wiha got: “Beriya her tiştî em dizanin ku, pirsgirêka di navbera partiyên Kurdistanê de pirsgirêkên esasî ne. Ji bo çareserkirina vana jî, pêdivî bi demê û xebateke çak heye. Me xwest ku, em di hin xalên hevpar de bibin yek. Ez bawer im ku, dê di demeke nêz de bandora van hevdîtinan xwe bide der.”
'Em ê li gor daxwazên gel, bibin çareserî’
Baydemîr ê ku got, “Daxwaza gel ji me, pêkanîna tifaqekê ye. Em ê li gor daxwazên gel, bibin çareserî” diyar kir ku, gelê kurd ji wan dixwaze ku di warê çareseriyê de hin gav bên avêtin. Baydemîr anî ziman ku, ew bi hêvî ne dê di demeke nêz de xebera xêrê bistînin û wiha got: “Ji bo divê bêtir xebat bên kirin. Ez bawer dikim ku, li Bakurê Kurdistanê jî dê yekîtiya patiyan, dê rê li ber tifaqiya ya Başûrê Kurdistanê vebike.” Baydemîr diyar kir ku, aşitî û tifaqiya ku xwe bide der dê bandora xwe li hemû Kurdistanê bike û wiha axivî: “Pevketina kurda ya xwe bi xwe dê xisarê bide kurda û dê li gor dilê Enqere, Tehran, Bexda û şamê be. Ew dixwazin kurdan bitengijînin, bifetisînin û hemû destkeftiyên wan ji dest wan bigirin.”
'Bersiva herî baş, di tifaqiyê de ye’
Baydemîr anî ziman ku, siyaseta Enqereyê ji sedî sed li ser dijminahiya kurda ye û wiha got: “Ez wisa difikim, ji bo kesên ku dijminahiya kurdan dikin û wan wek dijmin dibînin, bersiva herî baş tifaqî ye. Me xwest ku ev xebat, ji bo Kongreya Netewî bibe pêşstûnek. Ez dibêm, divê serdanên bi vî rengî bes ne ji bo carekê tenê bin, divê tim pêk bên. Ez bi hêvî me dê ev xak û ev gel xwe bigihîne tifaqiyê.”
'Divê peymaneke nû bê çêkirin’
Baydemîr bi bîr xist ku, êdî Peymana Sykes-Pîcotê ya ku piştî hilweşîna Împaratoriya Osmaniyan ji aliyê Brîtanya û Fransayê ve ji bo parvekirina Rojhilata Navîn û Kurdistanê pêk hatibû jî bi dawî dibe û wiha got: “Peymana Sykes-Pîcotê êdî bi dawî bû. Divê peymaneke nû bê çêkirin.”
'Em kurd, mecbûrê hev in’
Baydemîr ê ku got, “Ji ber kurd li Rojhilata Navîn xwedîtiyê li xaka xwe dikin, Enqere dijminatiya wan dike” dest nîşan kir ku, li Tirkiyeyê sedema polîtîkayên qirêj ên li ser gelê kurd jî ev e. Baydemîr wiha got: “Bawer bikin, ne ji têkoşîna li Rojava bûna, dê îro bêtir bi tank û topên xwe têketanan Rojavayê.”
Baydemîr wiha domand: “Heke hûn ji min bipirsin, em kurd mecbûrê hev in, çarenûsa me yek e. Ji ber vê rizgarbûyîn jî û tunebûyîn jî bi hevrebûyînê pêk tê. Çawa ku li Mexmûrê, li Kobaniyê, li Şengalê gelek yekîtiyên kurd gihaştin hev û destan nivîsandin, siyaseta divê bê kirin jî li ser asasê yekîtiyê be. Heke wisa be, bawer dikim dê vejîna kurda pir bi hişmet be. Îroşê wan î ku îro li ser gelê kurd pêk tînin jî, ji ber vê tirsê ye. Çiqas bitirsin, dozaja şidetê jî ewqasî zêde dikin.”
(red)