DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Pervin Buldan: Divê armanca her kesî azadiya Ocalan be

 
15 Cotmeh
09:05 2016

NECLA DEMİR

STENBOL (DÎHA)
- Endama Heyeta Îmraliyê û Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Bervîn Buldan, diyar kir ku di vê pêvajoya ku şer dijwar dibe û vîna gelan ji destê wan tê derxistin pêwiste armanca her kesî azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan be. Buldan, xwest her kes dijberî rejîma Serokdewletiyê têkoşîna xwe xurt bikin.

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 18 salin di bin tecrida giran de ji bo aştî û demokratîkbûna Tirkiye têdikoşe. Di hemû hevdîtinên xwe de peyama çareseriya demokratîk a Gelên Rojhilata Navîn dan. Lê piştî li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecdir hat destpêkirin li Tirkiye şer dest pê kir. Endama Heyeta Îmraliyê û Wekîla HDP'ê ya Stenbolê Pervin Buldan, diyar kir ku ji bo pêvajoya çareseriya demokratîk dest pê bike ew her dem amade ne. Buldan, anî ziman ku hikûmet bi îlana OHAL'ê û biryarên KHK'ê dengê çapemeniya muxalif qut dike û dixwaze pergala Serokdewletiyê têxe meriyetê û îktîdara xwe mîsoger bike. Buldan, têkildarî sekn û helwesta xwe partiya xwe ya di pêşerojê de bi DÎHA'yê re parve kir.

Buldan, têkildarî sekna Ocalan a israra aştiyê axivî û wiha got: "Li gel ku bi salan e li ser Ocalan tecrîdek ew qas giran heye, dîsa Ocalan di aştî û çareseriya demokratîk de israr dike. Ev pir girîng e. Divê hemû piştgiriyê bidin vê peyamê. Her kes vê peyam û daxwazê kurd bikin. Lê mixabin vîna siyasî vê peyamê nabîne û qîmet nadê. Ji bo pêşeroja Tirkiye mirovan xemgîn dike. Birêz Ocalan bi salan de di yek hucreyê de tê girtin. Ligel tecrîda giran her em demokratikbûn û aramiya Tirkiyeyê dixwaze. Her dem dixwaze pirsgirêka kurd bi riya demokratîk çareser bibe. Diyar dike ku aştiyê ne tenê ji bo Tirkiye jibo hemû Rojhilata navîn û cîhanê bi qîmet e. Miov dikare peyama wî ya dawî dîsa berdewama pêvajoya muzakereyan bigire dest. Birêz Ocalan nêzî 2 salan pêvajoya çareseriya demokratîk û aştiyê da destpêkirin. Wê demê diyar kiribû ku ji bo aştî û demokrasî pêş bikeve çi ji destê wî bê dê bike. Ji bo aştî pêş bikeve her tişt kir. Lê herî dawî hikûmetê hevdîtin û diyalog qut kir. Tecrîd girantir kir. Piştî greva birçîbûnê hevdîtinek pêk hat. Di vê hevditinê de dîsa israra çareseriya demokratîk û aştiyê anî ziman. Dîsa diyar kir ku pêvajo ji aliyê hikûmet û îktîdara siyasî ve hatiye xerakirin. Dîsa got ger şend be dayîn û hikûmet gavan bavêje dikare di 6 mehan de pirsgirêkê çareser bike. Lê piştî vê peyamê hikûmetê ev daxwaz û peyam li ber çavan negirt. "

Ji bo muzakere dest pê bikin dê hewldan bidomin

Buldan, da zanîn ku ji bo dîsa hevdîtin û muzakere dest pê bikin dê hewldanên wan berdewam bike û wiha axiv: "Hemû derî li HDP'ê hatine girtin. Niha hikûmeta ku vîna HDP'ê nas nake heye. Hemû daxwazên hevdîtinê red dike. Piştî peyama Ocalan dîsa derî lê hat girtin. Her çend dema em diçûn Îmraliyê jî îktîdara AKP'ê di qada çareseriyê de gavên şênber neavêt. Di pê pêvajoyê de disa îktîdara AKP'ê qereqol ava kirin. Her dem pekî pirsgirêka 'teror' nêzik bû. Me her dem hikûmet hişyar kir û xwest rol bide ser xwe. Lê îktîdarê em guhdar nekirin û li gorî xwe tev geriya. Ji ber vê yekê îro Tirkiye bêtir ber bi rojên dijwar û xerab ve diçe. Her dem wekî heyeta îmraliyê û hem jî wekî HDP'ê me hewl da diyalog û muzakere berdewam bikin. Me hewl da hikûmet rola çareseriyê pêk bîne. Ev hewldan û têkoşîna me berdewam dike.

Berteka civakê bû sedem ku bi Ocalan re hedîtin pêk bê

Buldan, têkildarî sedema hevditina dawî ya bi Ocalan re jî axivî û wiha got: "Yek ji sedema herî mezin a hevdîtina bi Ocalan re çalakiya greva birçîbkûnê bû. Piştî çalakiya greva birçîbûne dest pê kir ziyaret û piştgiriya çalakiyê pir zêde bû. Lêxwedîderketina çalakiyê û biryara çalakiyê bû seden ku hevditin pêk bê. Lê ev nayê wateya ku tecrîda li ser Ocalan rabûye. Tecrîd hêj didome. Hêj demek pir dirêj e nikare bi parêzerên xwe re hevdin bike. Nikare bi malbata xwe re hevdîtin bike. Nikare bi heyetê re hevdîtin bike. Daxwazên saziyên sivîl ên civakî hene. Lê ev daxwaz jî pêk nayê. Ji bo muzakere û çareserî ji nûve dest pê bike divê berî her tiştî tecrîd bi dawî bibe û şertên Ocalan baş bibe.

Pêdivî bi refleksa xurt a civakê heye

Buldan destnîşan kir ku ji bo tecrîd bi dawî bibe û dîsa pêvajoya muzakereyan dest pê bike pêdivî bi refleksa xurt a civakê heye û wiha berdewam kir: "Divê hemû kesên aştî, aramî, demokrasî û azadiyê dixwazin li dijî tecrîd û şer xwedî bertekên xurt bin. Ji ber ku roj bi roj şer giran dibe û Tirkiye ber bi rojên xerab ve diçe. Êdî her kes wekî di girtîgehê de bin. Girtin, binçavkirin, reşkirin, linç, kuştin zêde dibin. Di vê pêvajoyê de herî zêde pêdivî bi Ocalan heye. Pêdivî bi diyalog û muzakereyan heye. Ji ber vê yekê jî divê hemû beşên muxalif û aştiyê dixwazin refleks û bertekên xwe zêde bikin. Divê civak û hêzên navneteweyî jî dinava hewldan û hestiyariyê de be. Hem cîhan û hem jî Tirkiye dizane ku heta pirsgirêka kurd çareser nebe aştî û demokrasî naye Tirkiye û Rojhilata Navîn. Ji ber vê yekê divê her kes ji bo çareseriya demokartîk û aştiyê têbikoşe. Divê her kes statuya kurdan û mafê kurdan nas bike. Dive Cemaweriya Navneteweyî vê yekê bi awayekî fermî qebûl bike.

AKP bi OHAL'ê dixwaze her kesî tasfiye bike

Endama Heyeta Îmraliyê Buldan, ser îlahkirina OHAL'ê û biryarên KHK'ê û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Di 15'ê Tîrmehê de hewldana darbeya leşkerî pêk hat. Lê piştî vê darbeyê hikûmetê darbeya siyasî pêk anî. AKP'ê hemû kesên muxalif kir hedefa xwe û xwest her kes wekî wan bijî û wekî wan bifikire. Yên wekî wan nefikirîn tasfiye kirin. Xwest her kesî bikin koleyên xwe. Saziyên çapemeniyê mohr kirin. Siyaetmedar girtin. Rojnameger û parêzer binçav kirin û girtin. Akademîyen û kedkarên perwerdehiyê ji kar dûr xistin. Herî dawî binçavkirina hevserokên HDP û DBP'ê yên bajar û navçeyan stratejiyek pir cuda ye. Destnedayîna me rakirin. Qeyûm tayînî şaredariya me kirin. Dixwazin êdî operasyona siyasî mezintir bikin û rêveberên herî jor bigirin. Dê konsepta şerê mezintir têxin devreyê. Tirkiye ber rewşa herî qerab ve diçe. Vîna siyasî dixwaze bê kurd û bêyî muxalif wekî mirovê dîktator pirsgirêkê çareser bike. Dixwazin her tiştî bi Qesrê ve girê bidin û biryara her tiştî li Qesrê bê dayîn. Dixwazin HDP'ê li dervê siyasetê bihêlin. Ji ber ku tenê partiya dibe dengê gelê Tirkiye HDP ye. Partiya tenê muxalif HDP ye. Ji bo karibin bêtir polîtîkayên xwe yên bişaftin, înkar û îmhaye têxin meriyetê, dixwazin hemû muxalifan li hemberi xwe paqij bikin. Ji ber vê yekê televîzyonan digirin, siyaseta muxalif bêdeng dikin. Lê bi milyonan kes HDP'ê ji bo pêşeroja Tirkiye wekî şensek mezin dibîne.

Em dê piştî civînê nexşerêya xwe diyar bikin

Wekila HDP'ê ya Stenbolê Buldan, destnîşan kir ku HDP dê civîna 2 rojan pêk bînin û di vê kampê de nexşerêya xwe ya pêşerojê diyar bikin. Buldan, bilêv kir ku dê di vê kampê de helwesta xwe ya li dijî êrîş, girtin û binçavkirin û tasfiyekirinê helwesta xwe zelal bikin. Buldan, anî ziman ku ew difikirin ku hin kesan bi zorê bibin îfadeyê û bi vî rengî dest bi girtinan bikin û wiha got: "Her roj feslekeyan amade dikin. Tenê ji min re 50 fezleke hatin amadekirin. Niha li ser tasfiyeya HDPê û kurdan planan çêdikin. Di civîna MGK'ê de biryara girtinan hat dayîn. Lîste hat amadekirin. Divê rayagiştî li dijî binçakirina bi zorê bertekên xurt nîşan bide. 6 milyon hilbijêrên me hene. Divê hilbijêrên me li hemberî van binçavkirinên bi zorê bêdeng nemîne.

Rejîma Serokdewletiyê di meriyetê de ye

Buldan, têkildarî rejîma Serokdewletiye jî axivî û diyar kir ku niha bi awayekî fîîlî pergala Serokdewletiyê di meriyetê de ye û Tirkiye ji aliyê Serokomar Erdogan ve bi rêve diçe. Niha Parlamento girtî ye û hatiye fesihkirin. OHAL û KHK encama vê yekê ye. Em wekî HDP'ê her dem li dijî vê yekê ne û dîsa li dijî vê pergalê ne.
Ger ku di rojên pêş de referandum pêk bê, ez bawer dikim ku gel dê ji bo Pergala Serokdewletiyê beje na.

'Çareserî israra aştî û rakirina tecrida Ocalan e'

Buldan, herî dawî anî ziman ku çareserî rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û wiha bi dawî kir: "Divê refleksa civakî ya li dijî şer pir xurt be. Divê her kes di aştiyê û azadiya Birêz Oclana de bi israr be û li dijî şer û tecrîdê bertekên xurt bînin ziman. Divê hemû siyasetmedar û aştîxwaz mal bi mal bigerin û gel îkna bikin, gel hişyarbikin. "

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN