Li gundên xwe jî tu bandora wan tuneye!
WAN (DÎHA) - Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan diyar kir ku kesên ku beşdarî civîna eşîran bûne serokeşîr nînin kesên ku di salên 90'an de bi JÎTEM'ê re xebitîne û cerdevan in. Botan ji bo wan kesan nirxandina "li gundên xwe jî tu bandora wan tuneye" kir diyar kir ku ji bo kuştinên kiryar nediyar ên nû bingeh tê amadekirin.
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan civîna ku AKP'ê li Wanê bi "serokeşîran" ve li dar xist nirxand. Botan anî ziman ku kesên ku wekî serokeşîr hatine nîşandan kesên ku di salên 1990'an de bi JÎTEM'ê re xebitîne û cerdevan in. Botan ê nirxandina "Cerdevan û kontra wekî serokeşîr tên nîşandan. ME li Wanê dît an rêveberê AKP'ê an di salên 90'an de kontra û cerdevanên bi JÎTEM'ê re xebitî ne. Ev derket holê" kir anî ziman ku kontrayên ku bi salan zilm li gelê kurd kirin di nava gelê kurd de tu bandora wan tuneye.
Botan pêkanînên tên kirin şiband wekî dema Tansu Çîllerê û wiha berdewam kir: "Kesên ku qaşo serokeşîr tên nîşandan li gundên xwe jî tu bandora wan tuneye. Ev kesên paşverû ne. Kesên ku li wir xwe wekî serokeşîr nîşandidin di nava civakê tu bandora yekî wan jî tuneye."
Savci Sayan û Îskender Ertuş kê temsîl dikin?
Botan da zanîn ku ne Savci Sayan serokeşîrê Spikî ye ne jî Îskender Ertuş serokeşîrê Ertoşî ne jî yên din serokeşîr in û wiha berdewam kir: "Savci Sayan kê temsîl dike. Îskender Ertuş kê temsîl dike? Ev kesên bê wesf kom kirin û wan wekî serokeşîr nîşandan operasyona têgehê ye û kurd wan ji ber ku baş nas dikin dê neyên van lîstikan."
'Bingeha kuştinên kiryarnediyar amade dikin'
Botan bi bîr xist ku AKP kesên ku wekî serokeşîr nîşan dide di salên 90'an de xebatên kontra kirine û îro jî bi vî rengî li dijî siyasetmedarên kurd û sivîlan bingeha xebatên kontra tê amadekirin. Botan wiha berdewam kir: "Gelê herêmê wan nas dike, gelê kurd wan nas dike. Li herêmê li hemberî siyesatmedarekî hete siûqast pêk bê an jî welatiyekî sivîl bê hedefgirtin dê ev berpirsyar bin. Niha wekî salên 90'an tê xwestin yekîneyên kontra bên avakirin. Ev kes divê wan karên xwe yên qirêj ên salên 90'an berdin. Ger ne wisa be sibehê ev agir dê hemû kesan bişewitîne."
'Nebin amûrê lîstikên AKP'ê'
Botan banga "neyên vî lîstikê" li eşîran kir û wiha got: "Bila kes nebe amûrê vê. Bila nebin perdeya van qirkirinan. Bila banga operasyonan bi dawî bikin li AKP'ê bikin. Li dijî qeyûman bangawaziyê bikin. Ev kesên ku bi rûspiyan ve eleqeya wan tuneye ji bo ku du îhaleyan bigirin derxistine holê. Rûspiyên wan eşîran diyar in. Ev kes ji çiçax ve ye eşîran temsîl dikin. Hem qaşo eşîran tînin cem hev hem jî heman rojî li Geverê 4 ciwanên kurd qetil dikî. Ev qaşo serokeşîr berpirsyarê qatlîama li Geverê û yên pey wî ne. AKP bi riya van qaşo serokeşîran operasyona têgehê pêk tîne û bi vî rengî jî li dijî kurdan êrîşên xwe didomîne. Hevşaredaran digire, ciwanên kurdan qetil dike."
'Heke aştiyê dixwazin guh bidin Ocalan'
Botan bal kişand li ser tecrîda girankirî la li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got ku divê bê rakirin, kesên uk alîgirên aştiyê ne divê hemû guh bidin banga aştiyê ya ku Ocalan dike. Botan di dawiyê de wiha got: "Birêz Ocalan ligel ku di bin tecrîdê ye jî gote projeyên me amade ye em dikarin di 6 mehan de çareser bikin. Lê AKP guh nade vê. Divê civak guh bide Ocalan ê ku dikare vî şerî bi dawî bike. Ev qaşo serokeşîrên aştiyê dixwazin bila guh bidin banga aştiyê ya Ocalan."
(sa)