DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Tuncel: Li gel hemû êrîşên em li ser piyan in

 
16 Cotmeh
16:21 2016

DÎLOK (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, di 4'emîn Kongreya Asayi ya DBP'ê ya Dîlokê de diyar kir ku di salek dawî de 2 hezar û 500 endam û rêberên wan hatine girtin. Tuncel, anî ziman ku li gel hemû êrîşan ew disa li ser piyan in.

Rêxistina DBP'ê ya Dîlokê 4'emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk anî. Li salona kongreyê pankarta "Em axa xwe, ava xwe û enerjiya xwe komun bikin û em jiyana azad û demokratîk ava bikin", "Kurdistana Azad, Rêberê Azad" û "Yan jiyanek azad an azadîyek bi rûmet" vekirin. Dîsa posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat vekirin. Di kongreyê de Hevserka Giştî ya DBP Sebahat Tuncel, nûnerên HDP, SYKP, YSGP, ÎHD, KESK û bi sedan kesên din amade bûn.

'Dewlet komkujiyan dixe situyê DAIŞ'ê û ser digire'

Kongre piştî hilbijartina diwanê bi rêzgirtinê dest pê kir. Pişti rêzgirtinê Hevseroka Gişti ya DBP'ê Tuncel diyar kir ku ew kesên di 20'ê tebaxê de li Dîlokê hatin qetilkirin bi hurmetî bibîr tînin. Tuncel, anî ziman ku komkujî berê li Pirsûs, Enqere, Amed pêk hat û piştre li Dîlokê pêk hat û wiha got: "Ger ku berpirsiyar hatibûna darizandin îro ev komkujî pêk nedihat. Navnîşana hemû kujeran diyar e. Hemû komkujî DAİŞ bi awayekî fermî nagire ser xwe. Lê dewlet dixe situyê DAŞ'ê. Dewlet komkujiyan dixwe situyê DAIŞ'ê û ser wê binçil dike."

Di salekê de 2 hezar û 500 endamên me hatin girtin

Tuncel, da zanîn ku îro 4'emin kongreya xwe li Dîlokê pêk tînin û sedema vê yekê jî di nava salekê de 2 hezar û 500 endamên wan hatin girtin û wiha got: "Me her dem li dijî zext û zordariyan tekoşiyan. Em dê ji niha û şûnde jî têbikoşin. AKP li gorî feraseta serdestiya mer tev digere." Piştî axaftina Tuncel, hilbijartin pêk hat. Pişti hilbijartinê jibo hevserokên DBP'a Dîlokê Gulsum Demîr û Mehmet Ozkan hatin hilbijartin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN