Betalî roj bi roj zêde dibe
ENQERE (DÎHA) - Li gorî daneyên TUÎK'ê roj bi roj hêmara betaliya li Tirkiye zêde dibe. Li gorî daneyan hêjmara betalan 3 milyon û 324 hezar kes derbas kir
Saziya Îstatîstîkên Kar a Tirkiye (TUÎK) daneyên betalî û kar yên Tîrmeha 2016'an aşkere kir. Li gorî daneyên TUÎK'ê li Tirkiye heta meha Tîrmeha 2016'an li Tirkiye hêjmara kesên betal 3 milyon û 324 hezar mirov betal in. Li gorî mehên borî li Tirkiye hêjmara mirovên betal 354 hezar kes zêde bûne û ev hêjmar gihişt 3 milyon û 324 hezar kesan. 
Herî zêde di qada sektora çandiniyê de betalî derket pêş û 291 hezar karker betal man. 
(mae)

 
			 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							