Du cenazeyên li Nisêbînê anîn Amedê
								
							21 Cotmeh
									
										11:37
										2016
									
								AMED (DÎHA) - Du cenazeyên li taxên qedexeyî yên Nisêbînê hatin dîtin ji bo otopsiyê anîn Saziya Tiba Edlî ya Amedê. 
Li taxa Firatê ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê ku hêj “qedexeya derketina kolanan” didome duh di hewşa malekî de du cenaze hatibûn dîtin û ewil rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Her du cenaze piştî nexweşxaneya Nisêbînê ji bo kar û barê otopsiyê anîn Saziya Tiba Edlî ya Amedê. Li bendê ye ku kar û barê otopsiya DNA’yê ya cenazeyan bê kirin. 
(bg)

			
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							