Gerîla û pêşmergeyan operasyona hevpar li dar xistin
								
							NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Li Kerkûkê  gerîla û pêşmergeyan li dijî çeteyên DAIŞ'ê  operasyona hevkar li dar xistin. 
 
Li Kerkûkê piştî ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî çen noqteyan kirin gerîlayên HPG û YJA-Star'ê ji bo alîkariyê çûn bajar. Şerê di navbera hêzên ewlekariyê û çeteyên DAIŞ’ê li Hotêl Kerkûk û taxên Esra Mefodîn, Waîd, Nesir û Hezîran berdewame. Gerîla li derdora Hotelê xwe bicih kir.  Ji bo êrîşa çeteyan bişkînin du komên hêzên HPG û YJA Starê jî li derdora Hotela Kerkûkê xwe bicih kirin. Her wiha li taxa Nesir a bajarê Kerkûkê şer heta niha jî berdewame. Di vî şerî de çeteyek hat kuştin û çeteyekî jî xwe teqand.
 
Hate hînbûn ku li taxa Tariq jî 4 çete hatin kuştin û çeteyek jî bi saxî kete destê hêzên ewlekariyê. 
Di şerê ku heta niha berdewam dike de hate ragihandin ku 30  çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin. 
(sa)

			
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							