DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Dayîka Aştiyê Bor hat girtin

21 Cotmeh
16:46 2016

WAN (DÎHA) - Dayîka Aştiyê Behîce Bor a li Wanê hat binçavkirin, ji ber cezayekê ku berê lê hatibû birîn hat girtin û ew şandin girtîgehê.

Dayîka Aştiyê Behîce Bor (49) ku li mala xwe ya li taxa Xaçortê ya li navçeya Rêya Armuşê ya Wanê dijî, di serdegirtina malê de hat binçavkirin. Li Bor di sala 2002'yan de bi hinceta "alîkarî daye rêxistinê" doz hatibû vekirin û 3 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, hat binçavkirin û piştî li Midûryeta Polîsan a TEM'a Artemêtê îfadeya wê hat girtin, Bor hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa M a Wanê.

Hat zanîn di çarçoveya heman sucdariyê de Bor, di navbera salên 2002 û 2012'yan de 14 mehan di girtîgehê de maye.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN