DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li dijî binpêkirina mafan, çalakiya bêdengiyê

 
21 Cotmeh
19:34 2016

ÎZMÎR (DÎHA) – Şaxa ÎHD’a Îzmîrê, di 77’emîn Nobeta Rêzgirtina Mafê Jiyanê de çalakiya bêdengiyê li dar xist û xwest dawî li binpêkirinên mafên mirovan bê.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, di 77’emîn hefetya Nobeta Rêzgirtina Mafê Jiyanê de li Konakê li BEr Sumerbanka Kevn çalakiya xwe li dar xist. Li gel endamên komeleyê gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî çalakiya nobetê bûn. Di çalakiyê de pankarta li ser wêneyên zarokên ku di dîrokên cuda de hatin qetilkirin û “Ne dama tu dikujî, dema tu jîndar dikî tu dibî mirov” nivîsandî hilgirtin.

Li ser navê komê Serokê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Alî AYdin daxuyanî da. Aydin anî ziman ku, li Tirkiyeyê her roj binpêkirina mafan zêde dibe û got, ji bo dawî li hemû binpêkirina mafên mirovan bê, ew vê hefteyê çalakiya xwe bi bêdengiyî li dar dixin.

Piştî daxuyaniyê endamên komeleyê devên xwe bi bantên reş girtin û çalakiya bêdengiyê li dar xistin.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN