Endamê YPS'ê Budak hat definkirin
22 Cotmeh
08:57
2016
ÊLIH (DÎHA) - Endamê YPS'ê Dogan Budak ê di 19'ê Nîsanê de li Geverê jiyana xwe ji dest da, hat definkirin.
Endamê Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) Dogan budak ku di parastina rêveberiya cewherî ya Geverê de jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wî li warê wî Êlihê bi girseyî hat definkirin. Malbatê piştî cenazeyê wî ji Erziromê wergirtin û anîn Êlihê ji aliyê girseyê ve bi siloganên "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" û "Şehîd namirin" hat pêşwazîkirin. Dayika Dogan Budak Hawa Budak, diyar kir ku kurê wê êdî yek ji şehîdên nemir ê Kurdistanê ye û piştî kurê wê tev li karwanên azadiyê bû got "Dayê li pişt min negirî" û wê jî soz da ku li pişt wî negirî. Piştî cenaze hat definkirin rêz hat girtin û bi siloganan girse belav bû.
(mae)