Leşker amadekariya operasyona derveyî sînor dikin
COLEMÊRG (DÎHA) - Li navçeyên Şemzînan, Çelê û Geverê yên Colemêrgê piştî daxuyaniyên Serokomar Erdogan tevgera leşkerî derket lûtkeyê. Ji ber îxtimala operasyoneke derveyî sînor seferên balafirên tên Geverê zêde bûne, sewqiyata leşkerî pêk tê û ligel baragehên nû yên sînor bi cerdevanan re jî civîn tên lidarxistin.
Li ser sînorê Başûrê Kurdistanê, piştî daxuyaniyên Serokomar Recep Tayyip Erdogan ên operasyona derveyî sînor tevgera leşkerî zêdetir bûn. Bi taybetî li noqteyên navçeyên Çelê, Şemzînan û Gevera Colemêrgê ku li ser sînor dimînin ev tevger zêdetir derdikeve pêş û di demên dawîn de sewqiyatên mezin pêk hatin.
Baragehên leşkerî yên nû ava kirin
Li navçeya Şemzînan a ku hemû gir û çiya bi kalekol, qereqol û baragehên leşkerî hatiye dorpêçkirin û şer bi hemû dijwariya xwe berdewam dike careke din baragên nû hatin avakirin û sewqiyatên leşkerî jî wek amadehiyên operasyoneke derveyî sînor tê dîtin. Bi taybetî gelek leşker bi helîkopteran sewqî herêmên wek Navberojan, Garê û Geçimliya her operasyon û pevçûn çê dibin hatin kirin. Li gel sewqiyata leşkerî li ser girên hemanherêmî jî baragehên nû yên demî hatin avakirin.
Ji bo valakirina sînor tundî zêdetir bûn
Li herêmên heron her tim keşfe dikin û bombebaran balafirên şer pêk tê li gel van operasyon û çêkirina baragehên nû, li hember welatiyên li dijî operasyonan disekinin jî konstepteke nû ketiye dewrê. Leşkerên ku di hefteyek dawîn de di ser gelek gundan de girtin bi îşkenceyê gelek kes binçav kirin. Ev îşkence û tundiya leşkerî jî wek pêşîgirtina bertekên li dijî operasyoneke derveyî sînor pêk bê kêmtir bike û ji bo koçberiya nû tê şîrovekirin. Her wiha bûyerên serdegirtina gundan piştî serdana Serfermandarê Artêşa Tirk Hulusî Akar pêk hatin.
Bi cerdevanan civîn tên girtin
Her wiha li Bajaroka Rûbaroka Şemzînanê jî hat ragihandin ku bi cerdevanan re civînên taybet pêk tên. Bi taybetî sercerdevan beşdarî van civînan dibin û hat zanîn ku yekane rojeva van civînan jî îxtimala operasyonên berfireh ên dibe ku pêk werin in.
Gelek JOH û POH şandin herêma Çelê ya leşker kêm ma!
Li navçeya Çelê ya ev 2 meh in şereke giran lê diqewime û bi dehan leşkeran jiyana xwe ji dest da jî heman rewş derdikeve holê. Herêmên ku lê tevgera leşkerî zêdetir derdikeve pêş Ertoş û Geliyê Tiyarê ne. Nexwe Orgeneralê Fermandariya Giştî ya Jendermeyê Yaşar Guler ji bo şerê li vir ‘Em şerê man û nemanê didin’ gotibû. Li gundên Marûfan, Bilêcan, Ziyaniş û mintiqa Serê Sêvê ku li van herêman dimînin jî leşker ji bo ku baragehên nû ava bikin û rehetî operasyonên derveyî sînor pêk bînin jî operasyonên xwe didin berdewam dikin. Ji ber netêrêkirina sedan leşkerê beşdarî operasyonê dibin, hê jî gelek leşkerên Tugaya Çiya û Komando ya Boluyê, Tîma Fatihler ya Geverê û qereqolên Wanê sewqî herêmê dibin.
Li Doskî û Oremarê operasyon dest pê kirin!
Navçeya Geverê jî di navenda sewqiyatên ji bo xetên sînortên kirin de ye. Li herêmên wek Oremar û Doskî ya di gihije sînorê Başûrê Kurdistanê nexwe ev 2 roj in operasyona leşkerî hat destpêkirin û ev jî nîşaneya operasyoneke berfireh dide. Di cihên operasyon lê pêk tên de pevçûnên germ jî diqewimin û ji bejahiyê sewqiyata leşkerî pêk tê.
Ji bosewqiyata leşkeri seferên balafiran hatin zêdekirin
Li aliyê din, di hefteyek dawîn de hat ragihandin ku seferên balafiran a navçeyê jî zêdetir bûne. Derbarê zêdekirina seferên balafirên ji Stenbol û Enqerê tên de rayedarên Balafirgeha Selahattin Eyyubî agahiyên balkêş perve kirin. Rayedaran da zanîn ku sedema zêdekirina seferan ji ber sewqiyata leşkerî ye û gotin ku di balafireke çend roj ewilî hatiye bajêr de ji bilî 8 sivîlan piranî kes leşker bûne.
(gka/mae)