‘Kenê Mahsûm li ser bedenên Sûrê bilind dibe’
AMED (DÎHA) - Yek ji berxwedêrên Sûrê, ku ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin Mahsûm Polat e. Bavê Polat, Yûsûf Polat diyar kir ku, kenê kurê wî hîn jî li Sûrê li ser bircan bilind dibe. Dayika wî Ayfer Polat jî got, wek diyarî ji kurê wê saet û kefiya wî jê re maye.
Sûra Amedê ya ku bi bîr û baweriyên cuda û qedîm, malovaniya gelek şaristaniyan kiriye, bû sembola berxwedana xwerêveberiyê. Li Sûrê li dijî tank û topên dewletê bi mehan bi pêşengiya YPS û YPS-JIN’ê berxwedêrên kurd şerê li ber xwe dan. Yek ji van ciwanên ku li Sûrê berxwedaneke bêhempa da der jî Mahsûm Polat (Bahoz Amed) bû. Polat, beriya li Sûrê ji aliyê hêzên dewletê ve bê qetilkirin, silav û kêfxweşiya xwe ji dayika xwe re dişîne.
Dibistanê terk dike û tevlî şoreşê dibe
Polat, di 1992'an de li gundê Pirikê yê navçeya Licêya Amedê ji dayik dibe, dibistana seretayî, navîn û lîseyê li Amedê dixwîne. Piştî ku Polat lîseyê xilas dike, li dijî dibistana pargalê û polîtîkaya bişavtinê dev ji dibistanê berdide û bi gotina “Ez ê bibim gerîlla û hemû gelê kurd azad bikim" berî xwe dide nava qadên têkoşîna azadiya gelê kurd û di dema berxwedana xwerêveberiyê ya li Sûra Amedê jiyana xwe ji dest dide. Cenazeyê Polat, piştî çend mehan şûn de hat teşhîskirin û di 6’ê hezîranê de li Goristina Yenîkoya Amedê hatibû definkirin. Malbata Polat, behsa têkoşîn û serpêhatiya kurê xwe kirin.
'Em weke hevala bûn’
Bavê Polat, Yûsûf Polat diyar kir ku kurê wî kesayetiya şoreşgerî di xwe de dabû qebûlkirin û wiha got: “Mahsûm kesek pir rûken bû û ji min re wek heval bû. Dema ez û wî bi hev re diçûn kar û em li gel hev dixebitîn, Mahsûm her tiştên xwe bi hevalên xwe re parve dikir. Min dixwest ew her tim li cem min be. Her tim pirsa min dikir.”
'Kenê Mahsum hîn jî li Sûrê ye’
Polat anî ziman ku, dema wî bihîstiye kurê wî jiyana xwe ji dest daye gelek xemgîn bûye û got, Mahsûm tu carî û tu demê neheqiya li dijî xwe û gelê xwe qebûl nedikir. Polat da zanîn ku, wî êş kişandiye naxwaze tu kes êşa zarokên xwe bikişîne û got, ew ê tu carî rûkeniya kurê xwe ji bîr neke. Polat diyar kir ku, reng û rûkeniya kurê wî her tim li ber çavê wî ye û wiha got: “Kurê min li Sûrê şehîd ket, lê kenê wî li bedenên Sûrê dîrok nivîsand û bedewiya Sûrê neqş kiriye. Hîn jî ew li Sûrê dikene.”
'Saet û kefiya wî ji min re ma’
Dayika Polat, Ayfer Polat jî behsa biçûkiya lawê xwe kir û wiha domand: “Ez û Mahsûm bi hev re diçûn bazarê û her tim alîkariya min dikir. Kesek pîr alîkar bû û her tim tiştên xwe li hevalên xwe bela dikir. Her cara ku ez malê bê wî dibînim, dilê min diêşe. Mahsûm dema di nav berxwedanê de bû, li min geriya û ji min re got ‘Min meraq nekin ez ê werim.’ Ew axaftina wî herî dawî bû. Wî ji bo doza gelê xwe, ev rê da pêşiya xwe. Li pêyî wî saet û kefiya wî ji min re ma.”
‘Wê têkoşîna wî bidome'
Apê Polat, Bakî Polat jî behsa rojên xwe û Mahsûm ên ku bi hev re li karê înşatê dixebitin kir û wiha got: “Pir hevalekî rûken bû. Seknek wî ya bi heybet hebû. Her tim mirov dixwest li wê sekna wî binêre û pê re bimeşe. Ji aliyê heval û derdora pir dihat hezkirin. Lê em jî soz didinê, wê têkoşîna wî bidome.”
(rd/bg/red)