Ciwanê kosovayî Selîmî: Min berxwedana gelê kurd dît
AMED (DÎHA) - Endamê Însiyatîfa Cîwanan a Mafê Mirovan (YIHR KS) ê Kosovayî Albert Selîmî anî ziman ku, dema wî li welatiyan û saziyan guhdar kiriye û jê re behsa şer kirine matmayî maye û got, ew hîn bûye ku li Kurdistanê berxwedaneke bêhempa jî hatiye maşendin. Selimî dest nîşan kir ku, ew ê wahşeta li dijî kurdan li Ewropayê parve bike.
Heyeta Tevgera Alîgirên Li Dijî Nijadperestiyê ya Ewropa (EGAM) û Parlamentoya Ewropayê (PE) li Kurdistanê lêkolînên xwe didomînin. Heyeta ku dê di pêşerojê de encamnameya lêkolîn û çavdêriya xwe bi raya giştî re parve bike, beriya parvekirina encamnameyê çavdêriyên xwe ewil bi DÎHA’yê re parve kir. Ji heyetê Endamê Însiyatîfa Cîwanan a Mafê Mirovan (YIHR KS) Albert Selîmî yê ku ji Kosovay hat da zanîn ku, wî li ser pêvajoyên beriya şer xebat dimeşandin û got, ji ber ew li Kosovayê jiyaye bandora şer û komkujiya baş dizane. Selîmî got, armanca wan a hatina Kurdistanê jî, bilindkirina dengê gelê kurd a li dijî Tirkiyê li ber xwe dide.
‘Li heremê huqûqa şerî nîne’
Selîmî diyar kir ku, sazî û welatî wahşeta li ser wan pêk hatiye yek bi yek vedibêjin û wiha axivî: “Em hîn bûn ku bi hezaran welatî li heremê hatine qetilkirin. Avahiyên wan hatine hilweşandin. Bi mehan qedexeya derketina kolanan hatiye îlan kirin û ji cih û warên xwe koçber bûne. Diyar e ku tu huquqa şerî jî nemaye. Dîsa kedkarên perwerdê ji peywirê hatine dûrxistin. Dema min ev tişt guhdar kirin, şaş û matmayî mam.”
‘Min berxwedanê dît’
Selîmî anî ziman ku, haya wî ji geşedanên Stenbol hebû, lê ema hatiye Kurdistanê hay ji zordestî û geşedanên li vir bûye. Selîmî dest nîşan kir ku, ji bilî bûyerên qewimîn berxwedan û tekoşîna gelê kurd pêş dikeve û wiha domand: “Bi hatina heremê bûm şahide berxwedanê. Ez ê vê berxwedana dîrokî li hemû qadan bînim ziman. Dema vegerim Kosovayê ez ê ji bo van pêkanîn li gel kosovayiyan semîneran li dar bixim û çavdêriyên xwe, ji welatê xwe re vebêjim. Pişt re jî, ez ê binpêkirina mafên mirovan ji tevahiya Ewropayê re vebêjim.”
(kom/bg/red)