‘Ne ji rojnamgeriya kurd be kes rastiyan hîn nabe’
AMED (DÎHA) - Nûçegîhana Rojnameya To Vîma ya Yûnanîstanê Taîna Bozanînou ku hat Amedê anî ziman ku, rojnamegerên kurd li Tirkiyeyê di bin şert û mercên zor de dixebitin û ne ji rojnamegeriya kurd be kes der barê êrîşên dewletê de nikaribûya rastiyan hîn bibe.
Yek ji endama heyeta Tevgera Aligîrên Li Dijî Nîjadperestiyê ya Ewropa (EGAM) û Parlamentoya Ewropayê (EP) ku ji bo binpêkirina mafên mirovan li Kurdistanê hevdîtinên xwe didomînin, nûçegihana RojnameyaTo Vîma ya li Yunanîstanê weşanê dike Taîna Bozanînou êrîş û zordestiyên li ser çapemeniya azad û muxalîf nirxandin. Bozanînou diyar kir ku, ew dem bi dem serdana Tirkiyeyê dike û li ser xetereya rewşa pêşeroja Tirkiyeyê rawestiya.
‘Di warê pêşeroja Tirkiyeyê de biguman im’
Bozanînou anî ziman ku, azadiya hemû aliyan li Tirkiyeyê ji dest hatiye derxistin û wiha axivî: “Ez li hemberî rewşa heyî pir xemgîn bûm. Di warê pêşeroja Tirkiyeyê de biguman im. Li Tirkiyeyê rojnamegerî karê herî zehmet e û ez ji nêz ve dişopînim. Ez dizanim ku dema televîzyonên kurd û muxalîf hatin girtin, rojnameger êdî nikarin nêrînên xwe bînin ziman. Hevalên min yên li Tirkiyeyê rojnamegeriyê dikin hene. Hevalên min dema agahî didin min, di nava tirsekê de ne. Naxwazin navê wan derbas bibe. Herî zêde jî rojnamegerên saziyên nêzî hikûmetê dixebitin nikarin nêrînên xwe parve bikin.”
‘Rojnamegerên kurd çeleng in’
Bozanînou dest nîşan kir ku, yê ku her tiştê li ber çav negire nikare nêrînên xwe bîne ziman û wiha domand: “Di vî milî de çavdêriyên me jî hene. Bi taybetî rojnamegerên kurd di bin şert û mercên herî zehmet de karê xwe dikin. Karê ku dikin çelengî ye û domandina kar jî çelengiyê dixwaze. Heger ku rojnamegerên kurd nebin, tekîldarî êrîş û komkujiyên dewletê tu kes nikare agahiyan bi dest bixe. Ji ber vê keda giranbûha û heyebet, ez wan pîroz dikim.”
‘Encama zordestiyên Erdogan in’
Bozanînou da zanîn ku, wê bi rojname, televîzyon û radyoyan re hevdîtin pêk aniye û wiha berdewam kir: “Girtina televîzyonên wek Med Nûçe û Newroz TV’yê balkêş e. Ew jî zordestiya Erdogan a ji ber penaberan li Ewropa yê dike diqewime. Lê em ê çavderiyên xwe bi hemû platforman re bînin ziman.”
(kom/bg/red)