Gefa sirgûnê li girtiyên nexweş xwarin
WAN (DÎHA)- Li Girtîgeha Tîpa F a Wanê, girtiyê nexweş Necmettîn Olmez, ku 5 roj berê dest bi greva biçîbûnê kiribû û ji neçarî dev jê ber da, rastî gefxwarina gardiyanan tê.
Girityê nexweş Necmettîn Olmez (50) ê di 9’ê gulanê de bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” li Colemêrgê hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa M a Wanê, piştî mehekê sewqî Girtîgeha Tîpa F a Wanê hat kirin. Olmez ê ku li dijî binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyên nexweş dest bi gireva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kir, di roja 5’emîn de ji neçarî dev ji girevê berda. Ji em der barê rewşa Olmez de agahiyan wergirin, em li gerînendeyê girtîgehê geriyan. Gerînende diyar kir ku, daxwazên Olmez hatine bi cih û wih got: “Em wek çavên xwe li dinihêrin.” Lê piştî keça Olmez, Nazîme Olmez çû serdana bavê xwe, diyar bû ku gotinên gerînendeyê girtîgehê ji rastiyê dûr in.
Nazime Olmez a ku çû bi bavê xwe re hevdîtin pêk anî got, bavê wê ev 4 meh e li hucreyeke yek kesî tê ragirtin û ew hucre bi tu awayî rojê nabîne û hewayê nagire. Olmez da zanîn ku, ji ber şert û mercên bavê wê yên tenduristiyê ne guncan bûne, ji neçarî dev ji girevê berdaye û got, bi tu awayî daxwazên wî bi cih nehatine. Olmez wiha axivî: “Bavê min resmen di bin tecrîdê de ye. Dibêjin me wî ji hucreya yek kesî derxistiye, lê derewan dikin. Bavê min hîn jî di hucreya yek kesî de tê ragirtin.”
Olmez diyar kir ku, bavê wê duh mecbûr maye dev ji gireva birçîbûnê berde û wiha got: “Tu daxwazeke wî bi cih nehatiye.” Olmez anî ziman ku, ew bi meha ne li dijî vê derhuqûqiyê têdikoşin û got, vê carê jî bavê wan ji aliyê gardiyanan ve rastî gefxwarina sirgûnkirinê tê. Olmez herî dawî banga hestiyariyê kir.
(red)